HDP’yiyên li serdana Şapatan: Êrîş ne lokal in

Heyeta HDP’ê ya ku bûyera êşkenceyê ya li gundê Şapatan a Şemzînanê lêkolîn dike: “Ev pêkanîn ne li gundeke yê Şemzînan, ne pirsgirêkek lokalî ye. Pêkanînekî îdeolojîk û kêfî ye.

Heyeta ku ji parlementera HDP’ê Mizgîn Irgat li gel Nîhat Dogan, endamê Meclîsa Partiyê Ozgur Zeydanoglû û ji rêveberên rêxistina bajarê Colemêrgê pêk dihatin, ji bo lêkolînkirina bûyera êşkenceyê ya li gundê Şapatan a Şemzînan lêkolîn bike û piştgiriyê bide çûn gund.

Wekîlên HDP’ê Irgat û Akdogan, piştî lêkolînê dîtinên xwe bi raya giştî re parvekir.

Îrgat a ku diyar kir ku gundeke ku piraniya dengên xwe dane HDP’ê û bi rêk û pêk ev pêkanîn li ser tê kirin û got: “Şerek kirin hincet û ber destê sibehê gule li ser hemû malan reşandine. Bi boriyan lê dane û bi caman birîndar kirine. Di tevnên civakî de navê 36 kesan derbas dibe, lê nêzî 100 kes hatine derbkirin. Di rapora derbê de jî şaştî hene. Serlêdana gelek kesan nehatiye raporkirin. Raporên hatine dayî jî kêm hatine nivîsandin. Digotin dest avêtine jinan. Hêzên ewlekariyê her mala ku çûne dest avêtine jinan. Ti kes nehatiye binçavkirin û ne jî di derbarê wan de lêpirsîn hatiye vekirin.

Dozger daxwaza me ya hevdîtinê qebûl nekir. Qeymeqam jî rendewî ne da. Me xwest em bi dixtor re jî hevdîtinekê bikin, lê ne li cihê xwe bû. Ji bo 100 kesan em rapor bigirin em ê bikevin nava hewldanan. Îdîa heye ku dixtor heqaret kiriye. Em li gel wî dixtorî re jî neciviyan.

Îrgat destnîşan kir li vir mijara êşkencekirinê heye û wiha pêde çû: “Binçavkirin hebe, lê êşkence nayê qebûlkirin. Li vî gundî sivîlên ku bi salan dijîn hatin êşkencekirin. Li nav tenê yek kes jî biyanî nîne. Êrîşî gundiyan dikin dibêjin binçav kirine. Bê ku biryara dozger bistînin ketine nava malan. Bi saetan gundî li ser zik dirêjkirî hêlane. Pêkanînê ku raya wan derbas dike pêkanîne.”

Îrgat diyar kir ku dixwazin dengê gel bidin bihîstin û gundiyan ji bo wan gotine: “Dixwazin em qetil bikin”. Îrgat wiha got: “Êrîşekek li hemberî nasname û tercîha me ya siyasî ye.”

Divê lêpirîsnekî îdarî û adil bê kirin, divê bi raporên derbê vegere vekirina dozê. Em ê serdanê bikin rapor. Bi raya giştî re parve bikin. Em bang li Wezîrê Karê Hundir dikin. Bûyereke di bin berpirsyartiya wezaretê de pêk hatiye.”

Em ê serî li odeya tabîban bidin. Em ê şopdarên giliyên gundiyan bin. Em bang li raya giştî dikin. Ev pêkanîn ne li gundeke yê Şemzînan, ne pirsgirêkeke lokal e. Pêkanîneke îdeolojîk û kêfî ye.

Nîhat Akdogan ê HDP’yî jî bibîr xist ku gundiyan daxuyaniya waltiyê derewand û got: “Tevî roja 4’an, hê jî şopên derb û êşkenceyê nû bûn. Bila bên bi çavê xwe van şopan bibînin. Her mala ku mer serlê dan kir bûyer ji wêneyên li ser tevnên civakî hatibûn belavkirin hê xedartir bûn. Bi qondaxeya çekê li milê dayiyek 80 salî xistine. Pişta ciwanên gund ji wêneyên tên nîşandan hê xirabtirin. Bûyerên bi serê jinan hatine, jinan nekarîn vebêjin, dijûn kirine. Li gel şideta fîzîkî şideta mergî jî kirine.

Me xwest em bi qeymeqam, dozger û dixtor re hevdîtinekê bikin. Qeymeqam red kir. Dozger jî ji ber hesasyeta bûyerê nexwest bi me re bicive. Çi tesadûf bû dixtor jî çûbû betlaneyê. Tenê em bi alîkarê dixtor re civiyan. Me wêneyên kişandî nîşan da. Me got rapora derbê ya van kesan bidin. Di mijara raporan de kêmanî hene.”

Akdogan destnîşan kir ku gundî gelek bi hêrs in û wiha pêde çû: “Gelek caran zilm û zext li ser hatine kirin. Dibêjin; ‘Ev cara ewil e ku dijûnên ewqas dij mirovahiyê ji bo wan kirine’. Dibêjin heqaretkirina evqas a li jinan rê li ber hêrsekî pir mezin vekiriye. Li dijî pêkanînên AKP’ê nerazîbûneke cidî heye. Em dev ji vê pirsgirêkê bernadin, em ê bişopînin.

Em jî di vê mijarê de piştgiriya her awayî ya hiqûqê bikin. Raporekî berfireh em ê amade bikin. Em jî weke wan vê pêkanînê qebûl nakin.”