HDP'yî li Qoserê bi kêf û xweşî hatin pêşwazîkirin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û heyeta pê re li Qoserê bi kêf û xweşî hatin pêşwazîkirin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî ji bo karê hilbijartina pêşwext a 24'ê Hezîranê hat navçeya Qoserê ya Mêrdînê. Parlamenterên HDP'yî Erol Dora, Nîmetûllah Erdogmûş û Alî Atalan jî li gel Temellî hatin navçeyê. Heyeta HDP'ê li pêşiya gundê Gilgewreyê bi rengekî girseyî hate pêşwazîkirin. 

Temellî û heyeta pê re destpêkê serdana Bazara Genim kir. Piştî vê serdanê Temellî tevî konvoyeke ji dehan wesayitî berê xwe da navenda navçeyê. Lê belê polîsên Tirk bi hinceta 'ewlekariyê' li pêşiya navçeyê konvoy sekinandin. Piştî kontrola GBT'yê destûr ji wesayitan re hate dayin ku derbas bibin.

Konvoy li navenda navçeyê geriya û bi kêfxweşî ji aliyê şêniyên navçeyê ve hate pêşwazîkirin.