HDP’yî li gundên Êlihê bi gel re civiyan: Bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan

HDP’yî li gundên Êlihê bi gel re civiyan. Di hevdîtinan de li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyama mezinkirina têkoşînê hate dayîn.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê li bajaroka Kaniya Henê ya navçeya Hezo û li gundên bi ser navçeyê, bi gel re civiyan. Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a ku peywira wê hatiye desteserkirin û Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci serdana şeniyên gund kirin. Heyeta HDP’ê bi eleqeyekî mezin hatin pêşwazîkirin. Di hevdîtinên gel de tecrîd, krîza aborî û hilbijartin hatin nîqaşkirin.

 Gundiyan bi flamayên kesk, sor û zer pêşwazî li şandeya HDP’ê kirin. Parlamenter Feleknas Ûca di serdana gundan de axivî û wiha got: “Tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan berdewam dike. Bi çekên qedexekirî êrişî Kurdan dikin û Kurdan dikujin. Li dijî gelê Kurd êşkence, talan û qetlîam dewam dikin. Em ê di serî de li dijî tecrîdê û hemû êrişan li ber xwe bidin û têbikoşin. Em ê bi hêza xwe li ber xwe bidin.”

 Ji gundiyan Safiya Kaya jî wiha got: “Kevneşopiya Kurdan ya berxwedanê kevneşopiyeke xurt e. Ti kes nikare bi zextan serê me bitewîne. Pereyê HDP’ê qut kirin lê pereyê me besî me ye. Em serbilind in, em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin. "