HDP wê bimeşe Amedê!

HDP ji bo piştgiriya Leyla Guven a ku berxwedana xwe didomîne, wê ji gelek bajaran ber bi Amedê ve bimeşe.

HDP ji bo piştgiriya hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven û ji bo girtiyên ku li zindanan ên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê, dest bi çalakiyeke din dike.

HDP’ê ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê li Amed û Stenbolê û îro jî li Mêrsînê mîtîngek li dar xistibû. Di heman demê de Çalakiya Nobetê ya 10 rojan li dar xistibû ya ku parlementer jî di nav de bûn.

JI 15 BAJARAN WÊ MEŞ WERE LIDARXISTIN

Di roja 100’emîn a çalakiya Leyla Guven ango di 15’ê Sibatê de ew ê 15 bajaran çalakger werin  Amedê.

Giştînameya derbarê çalakiyê ji parlementeran, endamên Meclîsa Partiyê, hevserokatiyên bajar û navçeyan û ji meclîsên jin û ciwanan re hate şandin.

Ji Colemêrg, Wan, Qers, Îdir, Bedlîs, Agirî, Mûş, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Dêrsim, Çewlig, Dîlok û Rihayê ew ê meş werin lidarxistin û di 15’ê Sibatê de saet di 12’an de ew ê li pêşiya mala Leyla Guven a li Amedê wê daxuyaniyeke girseyî were dayîn.