HDP wê bi kongreyê re hê xurt bibe

Berdevkê HDP'ê Bîlgen diyar kir ku HDP wê dilsoziya bi armanca xwe ya damezrandinê, kêmasiyên xwe yên rêxistinbûnê û kêmaniyên xwe yên li pêşberî konsepta êrîşê binirxîne û xwe xurtir bike.

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen destnîşan kir ku di hedefa êrîşan de HDP nîne, îdîa û sedema hebûnê ya HDP'ê di hedefê de ne.

Berdevkê HDP'ê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen beriya pêkhatina kongreya mezin ji ANF'ê re axivî. Bîlgen diyar kir ku îdîa û sedema hebûnê ya HDP'ê, sîstem aciz kiriye û got, "Êrîş li dijî HDP'ê tên kirin, tevî ku xuya dike li dijî HDP'ê ye jî di hedefa bingehîn de îdîaya HDP'ê heye. "Bîlgen destnîşan kir ku dema îdîaya HDP'ê dibe aştî, civakîbûna aştiyê û vîna siyasî, hingî ev yek li zîhniyeta statukoparêz a heyî nayê û got, "Statuko jî ji bo vê ji holê rake, êrîş dike."

EM REXNEDAYINA XWE DIDIN

Bîlgen da xuyakirin ku di mijara pûçkirina konsepta êrîşê de ew ji ber kêmasiyên xwe rexnedayinê didin û got, "Tevî her şêwe zext û zordariyê HDP li ser piyan e." 

Bîlgen diyar kir ku nîqaşên di pêvajoya kongreyê de tên kirin nîqaşeke mîsyonê ye û got, "HDP wê dilsoziya bi armanca xwe ya damezrandinê, kêmasiyên xwe yên rêxistinbûnê û kêmaniyên xwe yên li pêşberî konsepta êrîşê binirxîne."

Berdevkê HDP'ê Bîlgen destnîşan kir ku ew dixwazin vînekê derxînin holê û got, "Em neçar in bikin ku HDP bi xurtî ji pêvajoya kongreyê derkeve. Ji ber vê yekê HDP'ê salonek bi 5-6 qatan mezintir kirê kiriye.