HDP û nûnerên partiyên Kurd li hev rûniştin

Serokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û nûnerên partiyên Kurd li hev rûniştin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û wekîlên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Îmam Taşçier, Alîcan Onlu, Nusrettîn Maçîn, Nejdet Îpekyuz, li New Garden Hotelê ya Yenîşehîra Amedê bi nûnerên partiyên Kurd re hatin cem hev.

Partî û kesên ku tevlî civînê bûn: Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk, Hevserokên DBP'ê Salih Aydenîz û Keskîn Bayindir, DDKD, Partiya Mirov û Azadiyan (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) û Partiya Azadî.

Hevseroka DBP'ê Aydeniz got ji ber koronayê ji mêj ve li hev rûneniştibûn ji niha û pê de wê zêdetir li hev rûnin û biryarên ku hatine standin piştî civînê wê bi raya giştî re werin parvekirin.