HDP û KCD’ê çûne serdana malbatên Akicî û Akyol

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û heyeta pê re çûne serdana malbatên Yonca Akicî ku li dijî tecrîdê çalakiya fedayî kirîbû û girtiyê nexweş Mûstafa Akyol.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven û şandeya ji Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Endamê Dîwana KCD’ê Hîlmî Aydogdu û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr pêk tê, li Agiriyê hin hevdîtin kirin.

Guven û şandeya pê re, destpêkê Rêxistina HDP’ê ya Bajêr ziyaret kirin. Şandeyê dûre malbatên Yonca Akîcî ya li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî û girtiyê nexweş Mûstafa Akyol ê berî demekê li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû, ziyaret kirin û sersaxî ji malbatan re xwestin.