HDP li Mûşê dîsa bi ser ket

Li Mûşê, ji ber îtiraza AKP'ê deng ji nû ve hatin jimartin. Lê ev jimartin jî bi kêrî AKP'ê nehat û HDP'ê dîsa bi 3-1 bi ser ket.

Piştî ku AKP'ê li encamên hilbijartinê yên li Mûşê îtiraz kir û Desteya Hilbijartinê ya Bajêr îtiraz qebûl kir, piştî navçeyên Korkût, Gimgim, Malazgîrt û Haskoyê, jimartina dengên li Kopê jî qediya. Di encamê de li Haskoyê AKP'ê 12, HDP'ê 4 deng, li Korkûtê AKP'ê 2 û HDP'ê jî 18 deng kêm kir. Li Gimgimê AKP'ê 4 deng zêde kir, HDP'ê 29 deng kêm kir. Li Malazgîrtê AKP'ê 3, HDP'ê 21 deng kêm kir. Li navçeya Kopê jî ku jimartin qediya HDP'ê 40 deng kêm kir, AKP'ê jî 4 deng zêde kir.

Li gorî encamên jinûve jimartinê, HDP'ê 3 wekîl, AKP'ê jî wekîlek bi dest xist.

Tê payin ku Desteya Hilbijartinê ya Bajarê Mûşê encamên zelal ên jimartinê eşkere bike.