HDP: Li Îmraliyê pîvanên hiqûqê nayên naskirin

Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê diyar kir ku AKP li Îmraliyê pîvanên hiqûqê û navneteweyî nas nake û ji bo greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê li girtîgehan dest pê kiriye banga xwedîderketinê kir.

Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li dijî binpêkirina mafên mirovan daxuyaniyek da çapemeniyê. Rêveberên HDP'ê û malbatên girtiyan tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Sabahattîn Denîz ve hat xwendin.

Denîz diyar kir ku li girtîgehan mafên herî mirovane tên binpêkirin û wiha axivî: "Li dijî tecrîd û binpêkirina mafên mirovahiyê û li dijî pêkanînên antî demokratîk û operasyonên qirkirina siyasî hevalên me 48 roj in di greva birçîbûnê de ne. Ji bo ku pêşiya binpêkirina mafên mirovan bê girtin divê demildest bi girtiyan re hevdîtinê bikin û daxwazên girtiyan qebûl bikin."

Denîz bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: "Girtiyên nexweş bi hincetên vala nayên berdan. Hefteyek berê, Hadî Yalçin ê ku nexweşê penceşêrê, li girtîgeha Edirneyê jiyana xwe ji dest da. Em dikarin bêjin ku hikumet qanûn û dadê dide aliyekî, di mijara girtiyên nexweş de bêwîjdan û bêexlaqî tevdigere."

Denîz greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîdê bi bîr xist û destnîşan kir ku daxwazên girtiyan daxwazên gelê Kurd e. Denîz got, "AKP li Îmraliyê pîvanên hiqûqî û mafên mirovan nas nake. Hem qanûnên xwe hem jî qanûnên navneteweyî tune dihesibîne. Dixwazin Tirkiyeyê bikin girtîgeheke mezin û mirovan bênefes bihêlin. Li girtîgehan bi hezaran girtiyên siyasî li dijî van polîtîkayan di grevê de ne. Dixwazin şert û mercên nebaş bên guhertin. Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ji bo demokrasiyê tên kirin. Daxwazên wan daxwazên me ne. Em ê li pêşberî vê bangê bêdeng nemînin."