HDP li Çelê ji hilbijartinê re amade ye

Li Colemêrg û navçeyên wê, karên HDP'ê yên ji bo hilbijartinê dewam dikin. Hevserokê HDP'ê yê navçeya Çelê Fahrettîn Dervîşoglû diyar kir ku ew ji hilbijartinê re amade ne û wê desthilatdariyê li Çelê bikin partiyeke tabelayê.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartinên giştî yên sala 2023'an dest bi kar kir. Li Colemêrgê û navçeyên wê ku di her hilbijartinê de HDP dibe partiya yekemîn, di hilbijartinên giştî yên 2023'an de jî bi îdîa ye. HDP'ê li Colemêrgê û navçeyên wê dest bi karên ji bo hilbijartinê kir.

Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Çelê Fahrettîn Dervîşoglû anî ziman ku wan beriya du mehan dest bi karên hilbijartinê kirin.

Dervîşoglû ragihand, wan ji rêveberî û endaman pênc komîsyon ava kirine û bi rengekî dorveger serdana taxan dikin. Dervîşoglû got, "Komîsyonên me yên gundan karê xwe dewam dikin. Her wiha rêveberiya me jî serdana gundan dike."

KAR DEWAM DIKE

Dervîşoglû diyar kir ku karên ji bo hilbijartinê bi lez dewam dikin û got, "Me komîsyonên hilbijartinê careke din nû kir. Me aliyên kêm mane yên berpirsyarên dibistanan û wezîfedarên li ser sindoqan diyar kirin. Bi komîsyona hilbijartinê û berpirsyarên dibistanan re civîn hatin lidarxistin. Ji hevalên li komîsyona hilbijartinê re perwerde hate dayin, aliyên me yên kêm hatin tespîtkirin. Karên me yên jinan bi rêk û pêk têne kirin. Em civîn û panelên xwe yên têkildarî tundiya li jinê dewam dikin. Li navenda navçeyê ji hevalên me yên jin û rêveberên me re perwerde hatin dayin. Ji bo hevalên jin ên li nava partiyê, perwerdeya rêziknameyê ya nava partiyê hate lidarxistin. Hevalên me yên jin serdana taxan kirin û karên xwe dewam dikin."

EM Ê DESTHILATDARIYÊ TÊK BIBIN

Dervîşoglû destnîşan kir ku xelkê Çelê mîna her hilbijartinê di vê hilbijartinê de jî coşa xwe zêde dike, bi baldarî li benda dema hilbijartinê ye û got, "Hilbijartinên li Çelê ji hilbijartinên xwecihî bêhtir tevlî hilbijartinên giştî dibin. Dema ku mirov bala xwe didin ser hilbijartinên berê, hingî dibîne ku rêjeya dengan a ku me bi dest xistiye bilind e. Di hilbijartinên xwecihî de ji sedî 55 bû, lê di hilbijartinên giştî de ji sedî 90 bû. Em xwedî wê hêzê ne ku di vê hilbijartinê de jî heman serketinê nîşan bidin. Em ê wan têk bibin."

XELKÊ ÇELÊ BI HDP'Ê RE YE

Dervîşoglû destnîşan kir ku di serî de xelkê Çelê tevahiya xelkê Colemêrgê bi HDP'ê re ye û axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir: "Em zanin ku gelê me bi me re ye. Li gel astengiyên faşîst û qedexekirinê jî gelê me bi me re ye, ku me ti carî guman ji vê yekê nekirin. Tevî her tiştî jî em li ser piyan e, me ti carî bi paş ve gav neavêtin. Mîna her demê di vê demê de jî gelê me piştgiriya me dike. Ji bo apşeroja Tirkiyeyê, ji bo başkirina rewşa siyasî û aborî ya Tirkiyeyê, ji bo demokrasî bê Tirkiyeyê, em bi hêvî ne. Di vir de jî para herî mezin jî wê bibe ya HDP'iyan. Ji ber ku aliyê herî zêde mexûr in em in. Ji bo demokrasiya Tirkiyeyê em li vîrajeke krîtîk in, partiya diyarker a vê yekê jî HDP ye. Mîna di her hilbijartinê em ji vê hilbijartinê re jî gelekî amade ne, bi xurt in. Di hibijartinê de em ê dengê xwe zêdetir bikin."