HDP: Em vê êvarê li şaneşîn û paceyên xwe li hev kom bibin

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay ji bo pîrozkirina Newrozê bang li her kesî kir ku îro êvarê saet di 20:20'an de bi lampeyên destan, telefonê û çakmakan Newrozê pîroz bikin.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li avahiya partiya xwe ya Amedê li ser pîrozbahiyên Newrozê daxuyanî da.

Li Salona Konferansê ya Vedat Aydin li dijî şewbê lepik û maske li endamên çapemeniyê hatin belavkirin.

Gunay bal kişand ser bandora vîrûsa koronayê li tevahiya cîhanê û bi bîr xist ku mirovahî li pêşberî vîrûsê tengav bûye.

Gunay diyar kir ku ji ber vê yekê jî wan pîrozbahiyên Newrozê yên girseyî betal kirine.

Li ser şêweyê pîrozkirina Newrozê jî Gunay diyar kir ku wê Newroza 2020'an saet di 20:20'an li her devera ku lê ne pîroz bikin.

Gunay got, "Di van rojên zor û zehmet de em ji gelê xwe dixwazin ku li şaneşîn, cam, hewşa xwe bi lampeyan, telefonan û çakmakan Newrozê pîroz bikin."

Gunay got, ew ji niha ve Newrozê li Kurdan û gelan hemûyan pîroz dikin.