HDP’ê ji bo encamên hilbijartinê yên Colemêrgê serî li YSK’ê da

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî ku serlêdana îtîrazê ya li Desteyên Hibijartina Bajêr û Navçeyê nehate qebûlkirin serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da.

Şandeyeke ji wekîlên HDP’ê ji bo encamên hilbijartina li Colemêrgê serî li YSK’ê da. Şandeyê piştre li avahiya Bajêr a Colemêrgê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Wekîla HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan got biryara li ser serlêdana li Mûşê balkêş e.

Ozgokçe wiha got: ‘’Li heman welatî bi heman hincetî serlêdan dibin lê li gorî partiyên ku serlêdan kirine biryarên cuda derdikevin, ev jî nîşana cot standartiyê ya hiqûqê ye.’’

Ozgokçe got wan serî li Desteyên Hilbijartinê yên Bajêr û Navçeyê dane lê bersivek ji wan re nehatiye. Ozgokçe herî dawî got, ‘’Em hêvî dikin li ser serlêdana me ya ji bo encamên hilbijartina Colemêrgê biryareke dadmend were standin. Rewşeke berovajî vê wê werê wateya tinehesibandina vîna gelê Colemêrgê.’’