HDP’ê cejna malbatên Roboskiyê pîroz kir

Heyeta HDP’ê serdana malbatên Raboskiyê kir. Heyetê  li gelek gundan û navçeya Cizirê ya Şirnexê cejna gel pîroz kir.

Rêxistinên navçe û bajar ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Şirnexê 2 heyet avakirin û ji bo cejnê çûn serdana gundan. Heyeta ku Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz û Hevserokê Bajar ê HDP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez di nav de cih girtin, li navçeya Qilebanê cejna gel pîroz kirin.

Heyet paşê derbasî gundê Roboskî ku 34 welatî lê hatibûn qetilkirin bû û bi malbatan re hat gel hev. Heyet li Roboskiyê bi malbatan re çû serdana goristana kesên ku hatibûn qetilkirin. Dayikên ku zarokên wan hatibûn qetilkirin, heyetê bi wêneyên zarokên xwe yên qetilkirî pêşwazî kirin û ev tişt gotin: "Xwedê heqê me ji zaliman bipirse."

Heyeta ku Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û Hevseroka Bajar a HDP'ê ya Şirnexê  Zeynep Ûnat di nav de cih girtin jî çûn gundên Heşta, Nerexe û Kîron û cejna gel pîroz kirin. Heyet piştî serdana xwe gundan çû serdana bajarokên mîna Gundikê Mele, Dergul û Qesrikê û cejna gel pîroz kir.

Rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê jî mal bi mal li Cizîrê geriyan û cejna gel pîroz kirin. Hevşaredarên Cizîrê Mehmet Zirig û Berîvan Kûtlû jî tevlî serdanê bûn.