HDP, bi heyetên ji welatên cuda hatin re hevdîtin kir

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û heyeta pê re, piştî Newroza Amedê bi heyetên ji welatên cuda hatibûn re rûniştin û peyama bihevrebûnê dan.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partîyên Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevseroka Giştî ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Berdevka Partiyê ya HDP'ê Ebrû Gunay û Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Felenas Ûca, bi heyetên ji bo Newrozê ji welatên cuda hatibûn re rûniştin.

Di civînê de ewilî Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk diyar kir ku Newroz cejneke ku tevahiya gelên Mezopotamyayê bi coşeke mezin pîroz dikin. Ozturk bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de û got: "Kurd hemû divê dersê ji şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de bigirin û bibin yek. Yekîtî, dewlemendiya gelê me ye. Divê gelên Rojhilata Navîn jî ji bo berjwendiyên xwe bibin yek."

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî destnîşan kir ku ew DBP hem ji bo demokrasiya gelê Kurd hem jî ji bo ya gelên Rojhilata Navîn têdikoşin û hemû kesên tevli Newrozê bûn silav kir.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî destnîşan kir ku ji bo wan diyaloga di navbera gelên Rojhilata Navîn de û liv û tevgera bi hev re pir girîng e û got: "Em bi sedan sal in bi heman astengiyan re rû bi rû ne. Em bi hatina we kêfxweş bûn. Ji bo aştiyê liv û tevgera bi hev re pir girîng e."

Berdevka Partiyê ya HDP'ê Ebrû Gunay û Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Feleknas Ûca jî êrîşên polîsan ên li qada Newrozê û peyamên gel ragihandin.