HDK-E’yê êrîşên li ser Şengal û Rojava şermezar kir

HDK-E’yê diyar kir ku divê hemû gelên Tirkiyeyê li dijî desthilatdariya AKP-Erdogan ê ku di referandûmê de negihiştin armanca xwe, rabin serhildanê.

HDK-E’yê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku balefirên şer ên AKP’ê bi rojane Şengal û Rojava bombardûman dike û Neteweyên Yekbûyî û hêzên koalîsyonê jî wekî ku tiştek nebûbe bêdeng dimînin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi van êrîşên li ser Şengal û Rojava hiqûqa navneteweyî tune tê hesibandin û ev êrîş tê wateya êrîşa li ser mafê jiyanê yên gelên Kurdistanê û hat gotin:“Bi van êrîşan dixwazin qirkirina ku DAIŞ’ê nîvî hiştibû, temam bikin. Ligel ku gelê Êzidî li hemberî Tirkiyeyê tiştek nekirine jî, Tirkiye ji ber statuya Kurd û Kurdistanê êrîşî Şengalê kiriye. Em van êrîşên li ser Êzidî, Kurd û Kurdistanê û vê şerê dagirkirin û îmhayê yê li ser gelan red dikin.

Em helwesta dijminane ya li ser gelên Rojava yên ku warên xwe diparêzin jî qebûl nakin. Em tînin bîra Neteweyên Yekbûyî, saziyên navneteweyî û hêzên koalîsyonê ku ev êrîş ji bo rizgarbûna DAIŞ’ê ne. Em bang li hemû hêzên demokrat dikin ku li hemberî van êrîşên li ser Kurd, Ereb, Tirkmen, Êzidî, Suryan û Elewiyan piştgiriya demokrasiyê bikin.

Divê gelên Tirkiyeyê jî li hemberî desthilatdariya AKP-Erdogan, ji bo mafên xwe yên jiyînê, siberoja azad û vîna jiyîna bi hev re dakevin kolanan.

Divê Erdogan-AKP roj berî rojekê êrîşên xwe yên li ser Şengal, Rojava û çiyayên Kurdistanê bide sekinandin. Em bang li wan dikin ku bila kêşeyan bi diyalog û polîtîkayên aştiyane çareser bikin.

Ji dêvila şerê bi cîran, xuşk û birayan re, em jiyana wekhev û bi aştî ava bikin, em her kesî vedixwînin piştgiriyê. Çareserî ne di şer de, lê di siyaseta demokratîk de ye”