Hayriye Demîr a 70 salî hate destgîrkirin

Hayriye Demîr a 70 salî ya li taxa Fîsê ya navçeya Licê ya Amedê di serdegirtina mala xwe de hate destgîrkirin.

Dewleta Tirk di çarçoveya operasyonên xwe yên qirkirina siyasî de yên li dijî Kurdan, vê carê jineke 70 salî ya bi navê Hayriye Demîr destgîr kir.

Leşkerên Tirk ku bi wesayitên zirxî avêtin ser taxê, her wiha dest danîn ser wêneyên zaroka Demîr ê PKK'î. Demîr bir navenda navçeya Licê û tê gotin ku wê bibin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.

2 ZAROKÊN WÊ ŞEHÎD IN, YEK JÎ DÎLGIRTÎ YE

Cengîz Demîr kurê Hayriye Demîr ku sala 1999'an de tevlî nava refên PKK'ê bû sala 1999'an di dema vekişînê de di şer de şehîd bû.

Kurê Hayriye Demîr Tekîn Demîr jî sala 1992'an tevlî nava PKK'ê bû û sala 1993'an di şer de şehîd bû. Nayê zanîn ku cenazeyê wî li ku ye. Kurê wê Abdullah Demîr jî bi hincetên siyasî hate girtin, cezayê muebetê lê hate birîn û 25 sal in girtî ye.