Hate pejirandin ku hêzên Pêşmerge bibin yek!

Desteya Wezîran a Kurdistana Federal projeya yekkirina hêzên girêdayî Wezareta Pêşmerge pejirand.

Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin Desteya Wezîran ji bo projeya ku hêzên girêdayî Pêşmerge bikin civiyan û proje qebûl kirin. Bi biryara Desteya Wezîran ji bo biryara dawî wê biçe ser Seroktiya Herêmê.

Nayê zanîn bê ka ev biryar di pratîkê de wê çiqasî pêk were. Beriya niha jî ji bo hêzên pêşmerge bibin yek gelek hewldan çêbûn lê ti encam jê nehatibû standin.

Balkêş e ku bi wezareta parastinê ya DYE, Elmanya û Ingiltere ev biryar hate standin. Tê gotin bi desteka şandeya pispor a wezareta parastinê ya van dewletan tê xwestin ku di Wezareta Pêşmerde de reform were kirin. Şandeya pispor 7’ê Gulanê pêşniyarên xwe dabûn. Di civîna şandeya pispor de Serokwezîrê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û rayedarên Wezareta Pêşmerge jî hebûn. Tê îdîakirin ku armanc ew e ku hêzeke leşkerî ya profesyonel ji pêşmergeyan were çêkirin.

Di rewşa berdest de du Wezaretên Pêşmerge hene ku her yekê bi serê xwe tevdigerin. Yek jê girêdayî YNK’ê û yek jê jî girêdayî PDK’ê ye. Ya girêdayî YNK’ê ji Sînorê Rojhilatê Kurdistanê ta bi Mûsilê ewlehiyê distîne û ya PDK’ê j îli Duhok, Zaxo, Hewlêr û li beşeke Şengalê heye.

Nayê zanîn ku ev biryara yekbûnê wê bandoreke çawa li komên paramîlîter ên girêdayî PDK’ê bike. Heke ev biryar were qebûlkirin,  li ser mijara ku wê çi qasî bandorê li êrîşên hêzên PDK’ê yên li ser Şengalê, hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re bike, wê pêşî li vê bigire yan na  ti daxuyanî  nehatiye dayin.