Hat îdiakirin ku kujerê Nagihan Akarselê hatiye girtin

Hat îdiakirin ku kujerê endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarselê ku hewil daye bireve Hewlêrê, li nuqteyeke kontrolê ya di bin destê YNK’ê de ji aliyê Asayîşa Silêmaniyê ve hatiye girtin.

Asayîşa Silêmaniyê, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku kujerê Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihana Akarsel a ku serê sibehê li ber li deriyê mala xwe bi çekê hat qetilkirin, bi alîkariya Asayîşa Koyê hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hat zanîn ku vê sibehê jineke bi navê Nagihan Akarsel, li taxa Bextiyar a Silêmaniyê jiyana xwe ji dest daye. Hêzên me di cih de çûn cihê bûyerê û dest bi vekolînê kirin. Piştî lêpirsîneke bi berferehî, di nava çend saetan de, bi fermana Serokê Saziya Asayîşa Herêmê û bi hevkariya Asayîşa Hewlêr û Koyeyê me kiryar girtin. Lêpirsîna kiryaran berdewam e. Gava girtina kiryaran, em spasiya gelê xwe yê welatparêz dikin ku agahî dan me, bi me re hevkarî kirin.“

Nasnameyê kiryar, nehat eşkerekirin, li gor çavkaniyan, kiryar, kiriye ku bireve Hewlêrê û li nuqteya asayîşê ya di bin destê YNK’ê de hatiye girtin.