Haran: Divê daxwazên girtiyan bên bicihanîn

Hevseroka MED TÛHAD-FED Elîf Haran a bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mirinên ji ber binpêkirinên li girtîgeha û got: “Divê guh bê dayîn daxwazan û daxwaz bên bicihanîn.

Bi zêdebûna pêketiyên şewba vîrûsa Korona ya li Tirkiyeyê û bi guherîna werzan û ketina werza zivistanê re jî metirsiya belavbûna şewbê zêdetir bûye. Fikar û metirsiyên saziyên sivîl ên li ser rewşa girtiyan û nedana amûrên pêwîst ên xwe ji şewbê biparêzin zêdetir bûye. Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiye (TÎHV), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Civaka Sivîl a Ceza û Înfazê (CÎSST) bi daxuyaniyên dan metirsiya heyî raxistin ber çavan.

Girtiyên siyasî yên nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafê li girîtîgehan da, ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi rîska pêketina şewba koronayê re rû bi rû ye û dîsa nexweşiyên kronîk heye, protesto bikin 27’ê Mijdarê û vir ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bi dorveger kirin.

Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Elîf Haran têkildarî binpêkirinên mafê mirovan ên li girtîgehan û şertên tecrîdê yên li ser girtiyên nexweş.

‘RAYEDAR DAXUYANIYÊN ZELAL NADIN’

Haran anî ziman ku rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan in bi salan e di rojeva raya giştî de ye û bi şewbê re jî ev fikar zêdetir bûn. Haran bibîr xist ku li cihên mîna girtîgehan ku qelebalix ji bo girtiyên nexweşiyên wan kronîk û kal in, metirsiya şewbê zêdetir e, destnîşan kir ku ji ber Wezareta Edalet û Midûryeta Giştî ya Tevkîfevan agahiyên zelal nadin, nayê zanîn bê ka çend girtiyên nexweş li girtîgehan in.

‘GIRTÎ DI TECRÎDÊ DE NE’

Haran da xuyakirin ku tevdîrên pandemiyê li girtîgehan sist in, bal kişand ku ti tedbîr ji bo têkiliya gardiyanan a bi girtiyan nayê danîn, ev jî kiriye ku metirsiya belavbûna şewbê zêdetir bibe û bibe sedema mirinan. Haran diyar kir ku weke federasyon ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyan, bi raporên amade kirîn, tevî nerazîbûnên raya giştî ya li ber rayedarên guh nadin bangên wan jî, xebatên xwe didomînin. Haran li ser pirsgirêkên li girtîgehan ev got: “Asta kapasîteyê zêde ye. Li cihên biçûk û teng, li odeyên bi dehan kes lê dimînin, gardiyan lê lêgerînê kirin û hê jî dikin. Girtiyên nexweş û nexweşiyên wan giran nikarin sûdê ji mafê bigirin. Bibin nexweşxaneyê jî bê ku bên dermankirin vedigerînin, li vir 15 rojan dixin hucreyên yek kesî. Rewşa wan pir xeter e. Her roja diçe rewşa wan xirabtir dibe. Mînak Semîre Dîrekçî a li Girtîgeha Amedê bi mehane ku rûviyên wê ji derve ye dijî. Bi hinceta şewbê Semîre nayê dermankirin. Gelek nexweşên mîna Semîre hene. Girtîgeh vegûherîne tecrîdê.”

‘DIVÊ DAXWAZ BÊN DÎTIN, BÊN BICIHANÎN’

Haran destnîşan kir ku girtiyên siyasî ji bo şertên tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bikin, dest bi greva birçîbûnê kiriye, bang li hikûmetê kir ku bi erka xwe rabe û got: “Darbest ji girtîgehan derdikevin. Divê daxwazên girtiyan bên dîtin, bên bicihanîn.”