Guven dest bi karên KCD'ê kir

Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven piştî ku li Civata Giştî ya Meclîsê sond xwar û dest bi karê meclîsê kir, dest bi karên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî kir.

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kete greva birçîbûnê û bi banga Ocalan di roja 200'î de dawî li berxwedana xwe ya greva birçîbûnê anî, piştî dermankirinê dest bi karên xwe yên siyasî kir.

Guven destpêkê 10'ê Tîrmehê li Civata Giştî ya Meclîsê sond xwar û dest bi karê parlamentê kir. Piştre hat Amedê û piştî sal û nîvekê berê xwe da KCD'ê.

Guven bi endamên Dîwana Hevserokatiyê ya KCD'ê re hevdîtin kir, agahî der barê karê KCD'ê de wergirt û pştre dest bi karê saziyê kir.

SERDANÊN MALBATAN

Di çarçoveya karên xwe de Guven wê destpêkê serdana gora Zulkuf Gezen ê ku li dijî tecrîdê çalakiya canbexşane kir û piştre serdana malbata wî bike.

Guven wê bi dorê serdana malbatên canbexşan Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akici, Sîraç Yuksek û Mahsûm Pamay bike.

Guven wê piştre serdana malbata Şenyaşar bike ku gelek ji ferdên wan ji aliyê xizmên wekîlê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin.

Herî dawî wê serdana malbata parlamenterê berê yê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan bike ku Ayhan li Hewlêrê jiyana xwe ji dest dabû.