Gundiyên Başûr: Ev êrîş dewama komkujiya Efrînê ye

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Serkan yê Dola Balayan û gundê Mawnan yê Bînarê Qendîl barandibû, 4 sivîl hatibûn qetilkirin û zirareke mezin gihişt malên sivîlan. Gundiyên gundê Serkan û Mawnan qala komkujiya dewleta Tirk kirin.

Pêr Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li gundên Serkan yê Dola Balayan û gundê Mawnan yê Bînarê Qendîl barand. Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê ev êrîş şermezar kir û piraniya partiyên Başûrê Kurdistanê jî ev êrîş şermezarkirin. Lê balkêşe ku Hikûmeta Herêma Kurdistan û PDK’ê dîsa PKK sucdar kir û got: ‘Ji ber hebûna PKK’ê sivîl tên bombebaran kirin’ û sûc kir stuyê PKK’ê”

Gundiyên li gundê Serkan û Mawnan ji ANF’ê re axivîn û îdîayên Hikûmeta Herêmê û PDK’ê vala derxistin û gotin jîngehên sivîlan hate bombeberan kirin û cihên hatine bombeberan kirin jî hebûna PKK’ê lê nîne.

‘DEWLETA TIRK QANÛNÊN NAVNETEWÎ BINPÊ DIKE Û SÛCÊ ŞER DIKE’

Gundiyê ji gundê Serkan  Amanc Wertê wiha qala komkujiya li gundê Serkan ku 4 sivîl hatibûn qetilkirin dike: “Dewleta Tirk a faşîst komkujiyên xwe yên li Efrînê li bajarên din yên Kurdistanê didomîne.  Li her cihê ku Kurd lê be komkujî dike. Dewleta Tirk a ku guh nade qanûnên navnetewî û sûcê dijmirovahiyê dike. Şeva derbasbûyî bombe li gundê Serkan li dola Balayan a Bînarê Qendîlê barand û di encamê de 4 ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Em vê bûyera dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin û nerazîbûnên xwe tînîn ziman. Em daxwaz ji welatên DYA û Ewropa ku xwe weke navenda demokrasiyê  bi nav dikin erka xwe pêk bînîn. Em daxwaz ji Parlamentoya Herêma Kurdistanê û partiyên din ên Başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî vê bûyerê xwedî helwest bin. Em weke malbatên şehîdan radigihînin ku ev komkujiye li dijî gelê Kurd. Komkujiyên ku li Efrînê li bajarên din ên Kurdistanê didomin. Divê sînorek ji bo dewleta Tirk a faşîst were danîn. Di dîmenan de jî xuya dike li vir komkujiyek pêk hatiye û cenazeyê mirovê min hê ji dibin enqaza xanî de maye û cenazeyê kesên din jî parçe parçe bûne.

‘DIVÊ GELÊ KURD YEKÎTIYA XWE AVA BIKE’

Dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd tine bike. Divê pêwîste rê li dewleta Tirk were girtin. Di ti qanûnên navnetewî de tişteki wiha nîne û nehatiye dîtin ku bombe li ser kesên sivîl were barandin. Ji bo ku komkujiyên din çênebe divê gelê Kurd yekîtiya xwe ava bike. Divê Kongreya Netewî pêk were û heta em di nava xwe de nebin yek, yekîtiya xwe çênekin em nikarî li beramberî dijminê xwe rawestin. Em dizanin dewleta Tirk ji xaka Bradost ve ketiye Başûrê Kurdsitanê û dixwaze were Qendîl.

‘TEVGERA PKK’Ê, TEVGERA BERXWEDAN, NASNAME Û TÊKOÎNA GELÊ KURD E’

Tirkiye dixwaze vê tevgera Apoyî ya li Bakur, Başûr û Rojavayê  Kurdistan bi dawî bîne. Tevgera Apoyî tevgerekî li ser lingane û ev tevger bi dawî nabe. Tevgera Apoyî tê wateya Berxwedan, Nasname, Têkoşîna gelê Kurd e. Divê Kongreya Netewî were lidarxsitin. Divê em di nava xwe de bibin yek û ji bo pêşî lê girtina van komkujiyan pêwîste yekîtiya gelê Kurd hebe.”

Gundiyê gundê Mawnan jî  wiha qala komkujiyê dike; “Şevê din seat 01:10’an de balafirên dewleta Tirk bombe li navçeya me barandin û gotin ev avahî yê PKK’ê ye, lê ev dûrî rastiyê ye. Ev avahiyê birayê min Fetah Mawniye. Em dewleta Tirk şermezar dikin û carek din dibêjin bi van xeyalên vala nikare me bitirsîne.”

Gundiyek din ê gundê Mawnan têkildarî bombebranê wiha got:“Ev gundê Mawnane dewleta Tirk şevê din bombebaran kir û got ev kampa PKK’ê ye. PKK li vir nîne û hemû welatiyên sivîl û welatiyên gundî li vir in. Li gundê Serkan 4 sivîlan jiyana xwe ji dest da û li gundê Mawnan jî zirareke mezin gihişt welatiyên sivîl. Em vê kiryara dewleta Tirk şermerazr û rûreş dikin. Heta xwîn di laşê me de ye em dev ji warê xwe bernadin.”

Gundiyek jî dibêje ev mala birayê mine û wiha got; “Dewleta Tirk bi boneya hebûna PKK’ê li binarê Qendîl bombe li ser xaniyên welatiyên sivîl barand. Dewleta Tirk jîngehên sivîlan bombebaran kir û wek hûn jî dibînin ev mala birayê min e û hebûna PKK’ê li vir dûre ji rastiyan ev xaniyê birayê min e.”