Gundiyan li dijî êrîşên dewleta Tirk bang li hikumetê kirin

Gundiyên Herêma Behdînanê ya Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker dan û bang li hikumeta herêmê kirin ku pêşî li êrîşên dewleta Tirk bigire.

Welatiyên Behdînan ên girêdayî herêma Berwarî li ser jiyana gundan û êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker axivîn. Welatiyan diyar kir ku ew nikarin zivistanê debara jiyana xwe bikin û ji ber êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk gelekî metirsîdar in.

Ciwanê bi navê Mêvan ê ji gundê Kêste bal kişand ser jiyana gund û got: "Jiyana gund zehmet e, berf û baran gelek dibare. Lewma jiyan zehmet bûye. Elektrîka me tenê şevê heye, ew jî tenê 5 demjimêr in. Êdî şivantiya li gundan jî bê berhem maye. Piştî şer dest pê kir berhem di ti tiştan de nemaye. Li vê derê her tiştek zehmet e. Ne gaz heye, ne benzîn heye, ne elektrîk heye ku xwe pê germ bikin. Li gel van hemûyan gelê me xwe bêdeng hiştiye."

'JI BER BOMBERDÛMANÊ EM NIKARIN LI WARÊ XWE BI REHETÎ BIGERIN'

Ciwanê bi navê Hiseyîn Hesen jî bilêv dike ku ew nikarin bi awayekî azad li çiyayên xwe bigerin û wiha dom kir: "Jiyana gundan xweş e. Lê belê pirsgirêka me ew e ku em nikarin li çiyayên xwe azad bigerin. Em nikarin ji berhemên çiyayên xwe sûd werbigirin. Ji ber ku balafirên dewleta Tirk her di nava êrîşan de ne. Wekî din gundî debara jiyana xwe dikin û bi ajalên xwe ve mijûl in. Em dixwazin ciwanên me bêne li gundan kar bikin. Xelkê li bajaran dijîn bila bêne gundên xwe ava bikin û jiyana gundan bê domandin. Ji ber ku jiyana gundan ji ya bajaran gelek xweştir e. Her deqeyeke gundan berdêlê hezar deqeyên bajar in. Ji bo ev tiştên henê pêk bên, em daxwazê ji hikumetê dikin ku jiyana gundan xweştir bikin, elektrîkê bidin gundiyan, ciwanan bikişînin nava jiyana gundan."

'BOMBERDÛMANA BALAFIRÊN TIRK BIDIN SEKINANDIN'

Hesen bang li hikumetê kir ku êrîşên balafirên dewleta Tirk bidin sekinandin û got: "Gund pir xweş in, nexasim jî gundên Kurdistanê. Kurdistan weke bihuştekê ye, ti cihek nîne ku ji Kurdistanê xweştir be. Em dixwazin ku hikumet, bomberdimana balafirên dewleta Tirk bide sekinandin û ji gelê herêmê re bibe alîkar. Ji bo em ajalên xwe biçerînin û li çiyayên xwe bi awayekî azad bigerin, bila bibin alîkar. Tişta ji bo me ya herî sereke ew e ku em bikaribin li çiyayên xwe azad bigerin. Em nikarin di çiyayên xwe de bigerin. Dema em digerin jî yan balafir li me dixin, yan jî topên wan. Di van bomberdimanan de gelek ziyan digihîje bax û bostanên me. Bi vî awayî zehmetiya bav û kalên me yên bi salan di carekê de talan dibe û têk diçe. Her miletek li cihê xwe bi qedr e. Lewma em bang dikin ku her kes vegere gundên xwe."

'JI BER ÊRÎŞAN JIYAN LI GUNDAN NEXWEŞ BÛYE'

Ciwanê bi navê Hikmet Kêsteyî jî da xuyakirin ku ji ber balafirên şer ên Tirkiyeyê jiyan li van deran nexweş bûye û wiha got: "Debara jiyana me li ser karê ajaliyê dimeşe. Zehmetiya wê jî li demsala zivistanê gelek e. Dema ku berf dikeve, em nikarin debara jiyana xwe bikin. Lê ber biharê ve hîn baştir, hîn xweştir dibe. Yên ku xwedî kar diçin cihên cuda kar dikin. Yên ku bê kar mane jî, li van deran jiyana xwe bi xwedîkirina ajalan didomîne. Li gor bajaran jiyana gundan xweştir e, lê belê van demên dawiyê ji ber êrîşên dewleta Tirk, êrîşên balafirên Tirk, jiyan li van deran ne xweş bûye. Beriya niha jiyana gundan xweştir bû."

'ARTÊŞA TIRK BOMBEYAN LI SIVÎLAN DIBARÎNE'

Yek ji şêniyê gundê Bazê yê girêdayî herêma Behdînan Taha Bazê jî diyar kir ku ew ji ber êrîşên dewleta Tirk gelek metirsîdar in û ev tişt got: "Jiyana gundan li ser xwedîkirina ajal û bostanan dimeşe. Hindek ajalan xwedî dikin, hindek jî bi karê çandiniyê re mijûl dibin. Zivistanên van deveran jî, ji ber sedema bêgaziyê gelek zehmet derbas dibin. Gaza ku bi gundiyan didin gelek kêm e. Ji ber wê xelkên li gundan piranî daran dişewitînin. Ji ber ku mesrefa wê gelek e, ajal xwedîkirin jî zehmet dibe. Di bajaran de yê ku dewlemend be jiyana wî xweş e. Yê ku kirêdar jî be jiyana wî zehmet e. Di gundan de jî ev yek derbasdar e. Ji ber ku her kes nikare ajalan xwedî bike û kar li van deran ne zêde ye. Gelek jî dixwazin ji bo xwe ajalan bikirin, lê ji ber ku pereyên wan nînin nikarin bikirin. Lê belê xwedîkirina ajalan jî êdî bi serê xwe zehmetiyek gelek giran hildigire. Ji ber ku em nikarin di çiyayên xwe de azad bigerin. Balafirên dewleta Tirk li ser serê me, bê ku cewaziya çekdar û sivîlan bixe navberê me dide li ber bombeyan. Dema ku em derdikevin ji bo ajalên xwe biçêrînin jî gelek metirsîdar in."