Operasyona rizgarkirina Reqayê: Gundê El Rafiha hat rizgarkirin

Di Qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê de, ku şervanên QSD'ê dorhêla Reqayê ji çeteyan paqij dikin, gundekî din û navendeke perwerdeya leşkerî hatin rizgarkirin.

Di Qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê de li gundên El Rafiha û El Ensarê, di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar rû da.

Di vî şerî de gundê El Rafiha hate rizgarkirin. Li gundê El Ensar û derdora wê jî şer giran e.

Li dora gundê Xirbet Xanê jî, şervanên QSD'ê navendeke perwerdeya leşkerî ji çeteyan paqij kirin. Li ser hejmara çeteyên li vir hatin kuştin, agahiyeke zelal bi dest neket.

Li vê herêmê, ji ber teqîna mayîneke çeteyan şervanekî QSD'ê jiyana xwe ji dest da. Di nava 3 rojên dawî yên Qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê de, şervanan qadeke ji 196 kîlometreçargoşeyan, ku 6 gund, 4 gundik û kampeke leşkerî tê de ye, rizgar kirin.