Gundê Kûçek ê Payîzava di bin dorpêçê de ye

Gundê Kûçek ê navçeya Payîzava a Wanê, hefteyek zêdetir e di bin dorpêça leşkerên Tirk de ye. Derketin û ketina gundiyan tê astenkirin.

Li gundê Kûçek ê Payîzavaya Wanê nêzî deh rojan e dorpêça leşkerî heye û ji ber operasyonên leşkerî ketin û derketina gund qedexe ye.

Bû hefteyek zêdetir e ku ketin û derketina gund hatiye qedexekirin û kes nizane ka li gund çi diqewime. Leşkerên Tirk bê serûber davêjin ser malan û malên gundiyan talan dikin û erzaqê wan weke, “amûrên rêxistinê yên hatî desteserkirin” ji çapemeniyê re tê serwîskirin.

Gundiyekî nekarî bikeve gundê xwe û nexwestî navê xwe diyar bike ji ANF’ê ra axivî û got, “Gund, di bin dorpêçê de ye, ketin û derketina gund qedexe ye… Dibêjin ku di derbarê hinek kesan de gilî heye. Bi hinceta ku alîkariya rêxistinê tê kirin, zext tê kirin. 25’ê Nîsanê dîsa leşker ketine gund. 10-15 helîkopter hefteyeke li ser gund difirin. Ketina gund qedexe ye. Muxtarê gund jî tê de ti kes nikare bikeve gund.

HER TIŞTÎ DIŞEWITÎNIN

“Tevahiya eşyayê gundiyan tînin li meydana gund dişewitînin. Erzaqê me weke ku yê rêxistinê be ji raya giştî re serwîs dikin. Leşkerên qereqola Kirgeçîtê gundê me dorpêç kirine. Em dixwazin ev zilm ser me rabe. Kesên firarî çi eleqeya xwe bi gundiyan re heye ku vê zilmê tînin serê me.

Dikevin malên me, erzaqê me belav dikin û ji vê re jî dibêjin operasyon. Em vê êşkence û zilmê qebûl nakin û heta dawî mafê xwe bigerin.”