Gundê Bana ku 2 meh in di bin dorpêçê de ye tê bombekirin

Li gundê Bana yê navçeya Basa ya Şirnexê ev 2 meh in dorpêça leşkerî didome, derdora gund ji aliyê helîkopteran ve tê bombekirin.

Bejahiya gundê Bana yê girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê ku ev du meh bêtirin di bin dorpêçê de ye du roj in bi helîkopteran tê bombebarankirin.Ji aliyê şeniyên herêmê ve hate ragihandin ku ji duh ve li herêmê tevgera hewayî û bêjahî heye. Hate ragihandin ku bi helîkopteran leşker sewqî herêmê tên kirin.

Di saetên serê sibê de çemê li rex gundê Bana ji aliyê du helîkopteran ve hate bomberandin. Hate zanîn ku gelek leşker sewqî gundê ku bomberan lê didome hatine kirin.