Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Guhertina Destûra Bingehîn gava destpêkê ye ji bo avakirina rejîma şexsekî

Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl dan xuyakirin, ku guhetina Destûra Bingehîn a bi hevkariyeke faşîst li parlamentê hat kirin, welêt dixe nava serdemeke tarî. Nûneran gotin, ew ê bi ti awayî vê guhertina dûrî demokrasiyê ye, qebûl nekin.

Pêşniyar qanûna li ser guhertina Destûra Bingehîn a ji 18 xalan, ku bi hevkariya AKP û MHP'ê hat pêşkêşkirin, bi 339 dengan hat qebûlkirin. Bi vê guhertina Destûra Bingehîn re erk ji Serokkomar re tê dayîn ku Rewşa Awarte Ragihîne û Meclîsê betal bike. Hejmara parlamenteran jî ji 550 dike 600'î. Her wiha li gorî vê guhertinê, ji bo Serokkomar karibe bê darizandin, pêwîste 400 parlamenter vê yekê erê bike.

Ev pêşniyara guhertina Destûra Bingehîn weke gava destpêkê ya rejîma şexsekî ve tê dîtin. Nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl li ber vê rewşê rabûn:

HEVSEROKÊ GIŞTÎ YÊ SES'Ê RAZAMAN KAVAL: Guhertina Destûra Bingehîn ku nabe bersiv ji daxwazên kedkar û Kurdan re, bi vî rengî wê Tirkiyeyê hê li paş bixîne; ji ber ku xalên diviyabûn beriyer her tiştî bihatina guhertin, 4 xalên destpêkê ne, lê dest nedan van xalan. Di ser re xaleke nû ya tekparêz bi navê "Sîstema Serokatiyê ya Neteweya Tirk" tê zêdekirin. Me hê fêhm nekirine bê neteweya Tirk tiştekî çawa ye; ji ber ku bi rengekî zelal ji me re nehat vegotin. Tenê guhertinek Destûra Bingehîn danîn pêşiya me; ev guhertin jî ji bo xurtikrina wezîfe û berpirsyariyên Serokkomariyê ye, ku rê li ber dîktatoriyê vedike. Li gorî vê guhertinê, ji bo Serokkomar karibe bê darizandin, pêwîstî bi îmzeya 400 parlamenteran heye. Ew jî baş pê dizanin, di nava şert û mercên Tirkiyeyê de 400 parlamenter li hev nacivin. Em bêjin 400 wekîl li hev rûniştin û ji Serokkomar re gotin, 'te şaşitî kir, lewma tê bê darizandin'. Hingî wê erka Serokkomar a betalkirina Meclîsê bikeve dewrê. Lewma guhertina ji bo darizandina Serokkomar, tenê dîmenekî xapînok e. Belê gelek kêmasiyên Destûra Bingehîn a niha heye û divê bê guhertin. Lê belê guhertin en bi vî rêbazî û awayî. Li gorî vê guhertina hatiye kirin, Desteya Wezîran ji aliyê Serokkomar ve tê avakirin û dema Serokkomar pêwîstiyê pê bibîne dikare Meclîsê betal bike. Biryara darizandina parlamenteran jî dixe destê xwe. Nepêkan e ku em vê rewşê qebûl bikin. Destûra Bingehîn a ku rengê me di navê de nîne, Destûra Bingehîn a me nîne!

SEROKÊ ŞAXÊ ÎHD'Ê YÊ AMED'Ê RACÎ BÎLÎCÎ: Dema mirov Destûra Bingehîn a heyî binirxînin, tê dîtin ku gelên li vî welatî xwe di nava vê Destûra Bingehîn de nediît. Ji ber ku Destûra Bingehîn a navborî Destûra Bingehîn a darbeyê bû. Me dixwest ev Destûra Bingehîn a darbeyê ji serî heta binî bê guhertin. Bİ vî rengî me xwest Destûra Bingehîn a ji pir alî û pir rengan, Destûreke Bingehîn a azadîparêz û sivîl bê amadekirin, lê ev nebû. Li şûna vê, guhertina Destûra Bingehîn a dûrî daxwazên me ji aliyê Meclîsê ve hat qebûlkirin. Ev Destûra Bingehîn a ji aliyê Meclîsê ve hat erêkirin, wê pirsgirêkan çareser neke, berevajî wê pirsgirêkan kûrtir bike. Guhertina Destûra Bingehîn bi mantiqê Tirkîtiyê hatiye amadekirin. Ev rewş gelên Tirkiyeyê aciz dike. Pirsgirêkên Destûra Bingehîn a heyî ne bes bû, niha jî erka qanûn danîn, rêveberî û dadgeriyê dixin destê şexsekî. Li encamên wê hûn bifikirin. Ev şexs dikare bi însiyatîfa xwe Rewşa Awarte ragihîne û pêşî li maf û azadiyan bigire. Ev yek jî nîşan dide ku em ber bi pêvajoyeke mirov lê mexdûr bibin û mafên mirovan bên binpêkirin, diçin. Bi vê Destûra Bingehîn re kî dibe serok bila bibe, welat wê bikeve nava xeteriyeke mezin. Ji ber vê yekê divê her kes derhal li dijî vê Destûra Bingehîn bikeve nava tevgerê.

HEVSEROKÊ HEJMARA 1. A EGÎTÎM-SEN ŞAXÊ AMEDÊ ÎKRAM ATABAY: Bêguman Destûra Bingehîn hevpeymana civakî ye û divê li gorî pêwîstiyên civakê bên amadekirin. Qet nebe divê Destûrên Bingehîn ên demokratîk di vê karekterê de bin. Guhertina Destûra Bingehîn li gorî pêwîstiyên gel dikeve rojevê û ev yek jî bi vîna gel tê kirin; lê dema mirov guhertina Destûra Bingehîn a li welatê xwe dinirxînin, dibînin ku mixabin rêbazeke bi vî rengî nayê bikaranîn. Du partî li hev dicivin û Destûreke Bingehîn li ser civakê ferz dikin. Dixwazim vê yekê jî destnîşan bikim: Destûra Bingehîn ji aliyê civakê ve tê amadekirin û ji aliyê parlamentê ve tê erêkirin. Erka parlamentê ev e. Lê belê ya ku niha tê kirin, berevajî ye. Tevlîkirina civakê li aliyekî, partiyên siyasî yên temsîla civakê li wir dikin, tevlî vê pêvajoyê nayên kirin. Du partî li hev civiyan e, paketek destûra bingehîn amade kirine û li ser esasê piraniya endamên meclîsê, vê Destûra Bingehîn li ser civakê ferz dikin.

Dema mirov li xalên vê Destûra Bingehîn dinêrin, dibînin ku hemû erk radestî şexsekî tê kirin. Li gorî vê guhertinê, ragihandina Rewşa Awarte û betalkirina Meclîsê erka di destê şexsekî de ye. Bêguman ev rewş wê tehdê li civakê bike û ji ber ku nikare bersivê bide pêdiviyê civakê, wê rê li ber aloziyê veke. Ev hemû nîşan didin ku Destûra Bingehîn wê zordar û dûrî ji demokrasiyê be. Hêvîdar im wê di referandûmê de gel ji vê Destûra Bingehîn re bêj 'Na', naxwe dibe ku pirsgirêkên giran rû bidin!