Grevên li Başûrê Kurdistanê bi biryardarî didomin

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Ocalan li gelek navendên Başûrê Kurdistanê hatibû lidarxistin bi biryardarî didomin.

Çalakiyên grevên birçîbûnê ya Nasir Yagiz 160, Herêm Mehmûd 65 û Fedîle Toj jî kete roja 100’î.

Berxwedana greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin di roja 160'an de ji aliyê koma 80'emîn ve hate dewir girin.

Çalakiya Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz jî di roja 160'an de bi biryardarî dewam dike. Çalakî ji aliyê endamên Tevgera Azadî ve hate dewirgirtin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bi dorveger a li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpê kirin di roja 137'an de ye. Grev ji aliyê koma 69’an ve didome.

Li navçeya Kelar a Germiyanê jî çalakiya Endezyar Herêm Mehmûd ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan 65’an de ye.

Greva birçîbûnê ya li Wargah Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) ku 16’ê Kanûnê bi heman armancê destpêkiribû kete roja xwe ya 135’an.

Her wiha greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fedîle Tok jî kete roja xwe ya 100’î. Fedîle çalakiya xwe bi heman biryardariya roja yekem didomîne.