Grevên birçîbûnê yên li Mexmûr û Hewlêrê didomin

Grevên birçîbûnê yên li Mexmûr û Hewlêrê ku li dijî tecrîda li Îmraliyê pêk tên, bi biryardarî didomin.

Greva birçîbûnê ya li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku 16'ê Kanûna 2018'an dest pê kir, di roja 139'an de ye.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî, koma 47'an dest bi greva birçîbûnê kir. Endama Meclîsa Îştarê Fadîle Tok jî 107 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Bi navê koma 46'an Sadik Spêrtî daxuyanî da û got, "Dewleta Tirk dixwaze li girtîgehan û li derve gelê Kurd bitepisîne, bêdeng bike. Dixwaze têkiliya Rêber Apo bi derve re bibire. Bi berxwedana grevên birçîbûnê re ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, careke din li dijî dewleta Tirk têkoşîneke mezin tê dayin.

Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Apo divê em çalakiyên xwe mezin bikin. Ji bo em agahiyên şehadetê ji girtîgehan wernegirin divê çi ji destê me tê em bikin. Li dijî tecrîdê ya divê were kirin divê niha bê kirin."

Piştî axaftina Sadik Spêrtî, nameya berxwedêrê greva birçîbûnê Kerem Bîlen ê li Girtîgeha Girtî Tîpa E ya Trabzonê ku ji bo Fadîle Tok şandibû hate xwendin.

HEWLÊR

Li Hewlêrê jî greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê di roja 164'an de ye.

Koma 83'an dest bi greva birçîbûnê kir.

Hevserokê Nûnertiya HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê Abîd Îke got, "Yên ku li pêşberî berxwedana li dijî tecrîdê bêdeng in divê ji mirovbûna xwe fedî bikin. Divê her kes li dijî tecrîdê tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

Ji bo bidawîkirina tecrîdê divê her kes dengê xwe li dijî faşîzma dewleta Tirk bilind bike. Tecrîd bi berxwedanê ji holê dikare bê rakirin."