Grevên birçîbûnê yên li Başûr bi biryardarî didomin

Grevên birçîbûnê yên li Hewlêr, Silêmaniye, Mexmûr û Kelarê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên, bi biryardarî didomin.

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bê navber a endamê Meclîsa Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr a Başûrê Kurdistanê di roja 138'an de ye. Li gel grevên bêdawî û bêdorveger jî greva bêdawî û dorvegera li Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmanî jî di roja 115'an de, li Kelar greva endazayar Herêm Mehmûd jî di roja 43, dîsa Guelbax Celal jî di roja 22'an de ye. Dîsa yek ji navendên greva birçîbûnê hema ya bêdawî û bêdorveger hem jî bi dorveger lê didome Mexmûr e. Li Mexmûrê jî greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fedîle Tok di roja 78'an de û bi dorveger jî di roja 113'an de ye.

Piştî ku Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li zindanê 8'ê Mijdara 2018'an ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir çalakî di serî de li Hewlêr, zindan, Galler û Strasboûrgê û piştre jî belavî cîhanê bû.

HEWLÊR

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger û hemwext a dorveger li Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêr a Başûrê Kurdistanê 20'ê Mijdara 2018'an destpê kir. Endamê Meclîsa Nûnertiya HDP'ê Nasir Yagiz jî 20'ê Mijdara 2018'an dengê xwe li dengê Leyla Guven zêde kir û kete vê maratona serketinê.

Greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP'ê destpê kir bi dorveger her du rojan bi komên nû dewam dike. Heta niha bi tevlîbûna zêdetirî 300 kesî bi koma 69'an di roja 138'an de dewam dike. 

Ji roja yekem her ku çû biryardarî û çalakiya Nasir Yagiz hê xurtir berdewam kir. Tevî her diçe rewşa wî ya tenduristiyê xirab jî dibe, lê moral û biryardariya wî ya serketinê li pêşiya her tiştî ye. 

Pisgirêkên Yagiz ên tenduristiyê yên mîna; serêşî, bêxewî, bêtaqetî, pirsgirêka dîtin û bihîstin û dîsa li xwe kêmkirina kîloyan zêde bûne. Ji ber van pirsgirêkan her diçe rewşa tenduristiyê ya Yagiz giran dibe.

Yagiz 26'ê Sibatê di roja 98'an de ji ber giranbûna rewşa wî ya tenduristiyê rakiribûn Nexweşxaneya Par, piştî kontrolên doktoran Yagiz tedawî red kiribû û berxwedana xwe dewam kiribû.

Her wiha berê jî 1'ê Çileya 2019'an de jî Yagiz di roja 73'an de rakiribûn nexweşxaneyê. Lê piştî kontrolên doktoran Yagiz bi biryardarî çalakiya xwe domandibû.

Ji roja yekem bigire heta niha bê navber ji sazî, partî, kesayetên nas û çi gelê bakur bigire û çi jî Başûrê Kurdistanê çalakvanên grevên birçîbûnê bi tenê nehiştine.

SERDANÊN SAZÎ, PARTÎ Û GEL

Di berxwedana 138 rojî de bi dehan sazî û rêxistinên civaka sivîl ên weke KNK, Goran, PYD, Hîzbî Zehmetkêşanî Kurdistan, Hîsbî Şîî, Bizavî Demokratîk û Gelê Kurdistan, Partiya Kumunîstî Kurdistan, Kongreya Star, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye, Hevserokê Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan, Hîzbî Demokratî Îran, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Sûriye, YNK, Partiya Parêzeran, Tevgera Azadî, dîsa Mamostayê Zanko Dr. Qasim Merzanî, Mamoste Idrîs Sadiq, nivîskar Kawa Nadir li gel bi dehan welatiyên ji çar parçeyên Kurdistanê serdana kirine. 

SILÊMANÎ

Bi belavbûna çalakiyan re li Komeleya Karkerên Mezopotamaya ya li bajarê Silêmaniyê jî greva birçîbûnê 12'ê Kanûna 2018'an destpê kir. Greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger bi tevlîbûna Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê ve hetan niha bi tevlîbûna zêdetirî 228 kesan û bi koma 58'an bi biryardarî dewam dike. 

Li gel komên ji çarparçeyên cuda ên Kurdistanê 4 kom ji aliyê jinan, 3 kom jî ji aliyê însyatîfên gel û 3 kom jî ji aliyê jinên ciwan ve hatine dewirgirtin.

Greva birçîbûnê ya endazyar Herêm Mehmûd a bêdawî û bêdorveger di roja 43'an Gulebax Celalî jî roja 22'an de ye.

Şeyma Ednan, Şêwekar Cuma Kerîm, Berpirsê Desteya Dîplomasiyê ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Hisên Kerkûkî, Fatma Ehmed, Endama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Ronak Mecîd, Teha Caf, mamoste Serdar Melîheû hwd ji bo piştevaniyê ketin grevê.

SERDAN JI BO GREVAN

Di serî de welatiyên Bakurê Kurdistan û saziyên Kurdî yên cûr be cûr ên Başûrê Kurdistanê. Her wiha Tevgera Azadî ya Silêmanî, PYD, Bûroya HDP'ê ya Hewlêr, PADÊ Silêmanî, PADÊ Şengal, Nûnerên ji Ewropa, KODAR, KJR,Nûnerên Kantonên Rojava, TEV-DEM, Kongrya Star, RJAK, Çand û Hunera Silêmanî, Hevserokên Tevgera Azadî ya Silêmanî û rêveberên wê, Komeleya Karkerên Silêmanî, KNK, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Koma Miştenûr, Tevgera Azadî ya Germiyan û Kelar, Bereya Gel û Berey Niştimanî Gel. Her wiha dîsa ji gelê Bakûr û Başûrê Kurdistanê çalakvan bi tenê nehiştin.

MEXMÛR

Xelkê Mexmûrê jî deng da dengê berxwedanê û 16'ê Kanûna 2018'an dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir.

Greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) heta niha nêzî 500 kes tevlî çalakiyê bûye. Di roja îro de jî çalakî di roja xwe ya 113'an bi koma 37'an dewam dike.

Her wiha mêhvan û kesayetên biyanî yên serdana wargehê kirin, xwe li hember vê berxwedana bi heybet negirtin û ew jî tevlî vê çalakiyê bûn û dengê xwe li dengên wan zêde kirin.

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar û heman demê komîteya çalakiya grevê Fedîle Tok di 20'ê Çileyê de biryara greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger da û ew jî tevlî karwanê berxwedanê ya Leyla Guven û Nasir Yagizan bû. Greva Fedîle di roja 78'an de ye.

JINAN LI PÊŞIYA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ ÇALAKÎ PÊK ANÎ

Di 30'yê Çileyê de Endamên Meclîsa Îştar a Mexmûrê li ber avahiya Nûnertiya NY ya Hewlêrê li ser destûra NY, dest bi greva birçîbûnê kirin, lê rastî êrîşa asayîşa Hewlêrê hatin. 

Di 31'ê Çileyê de asayîşê êrîş kir û çadira çalakvanan desteser kir. Di 6'ê Sibatê de jî asayîşê careke din êrîş kir û hemû alavên çalakvanan desteser kirin. Her wiha 5 xwendekarên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku serdana çalakgeran kirin destgîrkirin. 

Piştî vê êrîşê, vê carê asayîşê di saetên şevê de çalakgerên jin bi darê zorê destgîrkirin û paşê jî ew derxistin derveyî sînorê Hewlêrê. Lê tevî van êrîşan jî nûnertiya NY'ê bêdengiya xwe parast û nerazîbûn nîşanî êrîşan neda. Çalakvan bi daxuyaniyekê ragihandin ku wê çalakiyên xwe li Mexmûr bi rêbazên cuda bidomînin.

Ji roja ewilê û vir ve li gel serdanên saziyên wargehê, dîsa ji ciwanan bigire heta xwendekar, mamoste û saziyên cuda yên derveyî wargehê serdana çalakvanan kirin.