Greva birçîbûnê ya li Silêmaniyê bi koma nû didome

Greva birçîbûnê ya li Silêmaniyê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, bi komeke nû dewam dike.

Greva birçîbûnê ya li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja 27'an de ye. Koma 14'an çalakî dewr girt.

Azad Mihemed bi navê koma nû daxuyanî da û got, "Gelê Kurd bi salan e agahiyê ji Rêber Apo nagire. Em ê xwe li ber tecrîdkirina Rêber Apo ker nekin. Leyla Guven li dijî tecrîdê dest bi çalakiyeke watedar kir. Em ê jî heta dawiyê li dijî tecrîdê li ber xwe bidin. Gelê Kurd, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl divê destekê bidin çalakiyan û li ber tecrîdê rabin."