Greva birçîbûnê ya li pêşiya NY TJK-E dewr girt

Greva birçîbûnê ya dorveger a li pêşiya NY di 19’ê Adarê de destpêkirî, Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê dewr girt. PYD’yîyan bi daxuayniyekê greva birçîbûnê dewrî jinan kir û bang li NY kir ku li dijî daxwazên gelên Efrînê bêdeng nemînîn.

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger dibin pêşengtiya parlamenterên HDP’ê û hevşaredaran de 19’ê Adarê li pêşiya Ofîsa Netewên Yekbûyî ya li Cenevreyê destpêkir. 29’ê Adarê koma PYD’ê çalakî dewr girt û îro çalakiya xwe bi dawî kirin. PYD’yiyan bi daxuyaniyekê çalakî dewrî Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) kir û ev peyam dan; “Heta ku dagirker Efrînê ne terikînin em ê li qadan bin.”

DERÎK: KOMPLOYAYA LI SER EFRÎNÊ EM Ê VALE DERXÎNIN

Destpêkê Berdevka PYD’ê ya Ewropa Zozan Dêrik axivî û wiha got; “Heta ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrînê ne terikînin em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin. Heta ku em bêdengiya NY û hêzên navnetewî neşikênin em ê li qadan bin. Divê pêvajoyê de pêwîste her kes li qadan be. Li ser Efrînê komployek navnetewî tê pêkanîn. Ji bo vala derxistina vê komployê ji bilî berxwedanê ti hilbijartineke din ya me nîne.”

ALÎ OMAR: HETA DAGIRKERÎ BIDOME WÊ TÊKOŞÎN DEWAM Bıke

Piştî Dêrik Alî Omer ku yek ji nûnerên PYD’ê yê Swîsreyê ye wiha got; “Heta ku dagirkerî bidome wê têkoşîn dewam bike. Dagirkeran heta niha ji ti kesê re ne welatek û ne jî welatek azad ava kiriye. Heta ku êrîşên dagirkeriyê li ser welatê me hebe em ê têkoşîna xwe her roj geştir bikin. Em îro berxwedana xwe ya li vir dewrî hevalên jin dikin û em ê li qadan bin.”

ZÎLAN SERHAT: JI BO ME HER DER EFRÎN HER DER BERXWEDAN!

Li ser navê TJK-E Zîlan Serhat axivî, Berxwedana Serdemê silav kir û kesên li Efrînê jiayan xwe ji dest dane bibîranî û wiha got; “Sibê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, di wateyek din de rojbûna jinên Kurd e. Di rojek wiha bi wate de em ê bi hêz starta çalakiya xwe bidin. Em wek jin bi berxwedana xwe ya li vir em ê daxwaz ji NY û hêzên navnetewî bikin ku ji bo Efrînê bikevin nava tevgerê. Ji bo me jinan her der Efrîn her der Berxwedan e. Bi vê rûhê em ê li berxwe bidin û Efrînê azad bikin.”

Piştî axaftinan PYD’yiyan bi dirûşmeya ‘Her der Efrîn, her der berxwedan’ çalakiya xwe ya 5 rojan bi dawî kir.