Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê didome

Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja 49’an de didome.

Greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê ya li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpê kirin di roja 49’an de didome. Koma 25’an îro çalakiya greva birçîbûnê dewr girt.

‘EM Ê ÇALAIYÊN XWE BERFIREHTIR BIKIN’

Hevserokê Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Abid Îke got; “Heta ku tecrîda li ser Ocalan bidome wê çalakiya me jî bidome. Em ê çalakiyên xwe bi awayên cûda berfirehtir bikin.”

Îke diyar kir ku ew dixwazin bi rayedarên Herêma Kurdistanê re civînekê pêk bînîn û wiha domand; “Em dixwazin çalakiyên xwe berfirehtir bikin. Bi armanca şermezarkirina zextên dewleta Tirk ên li ser endamên me yên Bakurê Kurdistanê, em dixwazin kampanyaya îmzeyan bidin destpê kirin.”

Îke bal kişand li ser tifaqa partiyên Kurd a li Bakur û wiha got; “Tifaqa partî û rêxistinên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê li dijî desthilatdariya Erdogan gelek baş e. Divê hemû aliyên li Bakur li dijî guşarên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî di roja 49’an de didome.