Greva birçîbûnê ya li Şengalê di roja 2'an de ye

Greva birçîbûnê ya li Şengalê ku li dijî tecrîda Îmraliya dest pê kir di roja 2'an de ye.

Greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Meclîsa Xweser a Demokratîk ya Şengalê (MXŞD), Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Yekîtiya Ciwaên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, di roja 2'an de bi serdanên piştgiriyê didome.

Greva birçîbûnê li Xanesorê ji aliyê ciwanan ve didome. Gelek nûnerên saziyan û gel serdana çalakgerên greva birçîbûnê dikin.

Koordînasyona Civaka Êzidî, Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê, xwendekarên Dibistana Şehîd Şêx Xêrî, mamoste û gelek welatiyan serdana çalakiyê kirin û piştgirî dan ciwanan.

Ji çalakgerên greva birçîbûnê Ferhat Koçer di serdana gel de axivî û got; "Ji bo em Rêber Apo ji girtîgehê derxînin tişta pêwîst çi be em ê bikin."