Gorgun û Kahraman ên hatin înfazkirin, bi merasîmekê hatin veşartin

Bavê 8 zarokan Lokman Gorgun û xwarziyê wî yê gerîla Mûsa Kahraman ên li Mêrdînê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, cenazeyên wan bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Cenazeyên Lokman Gorgun (53) ê bavê 8 zarokan ku bi îdiaya “endamtiya PKK’ê” û xwarziyê wî gerîlayê HPG’ê Mûsa Kahraman (Çiyager) ên li gundê Cinata yê herêma Omeryan a Mêrdînê ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin, malbatên wan wergirtin. Cenazeyên ku derengiya şevê piştî otopsiyê ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê hatin wergirtin bi ambulansê birin Cinatayê. Cenazeyên Gorgun û Kahraman piştî wecîbeyên olî hatin pêkanîn li ser milan bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin veşartin. Ji bo Gorgun û Kahraman li gund şîn hate danîn.

Hate hînbûn ku parêzerên Gorgun û Kahraman wê bi gumana “’înfazkirinê” serî li Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ên Mêrdînê bidin.