Gora Medenî Yildirim jî hate texrîbkirin

Di sala 7’an de Medenî Yildirim ê di xwepêşandan protestoyî ya çêkirina Qerqol-Kalekol a li navçeya Lîce de ji aliyê leşkeran ve hatibû qetilkirin, hate bibîranîn. Malbat dema çûn ser gorê, dîtin ku gor hatiye texrîbkirin.

Di sala 7’an de Medenî Yildirim ê di xwepêşandan protestoyî ya çêkirina Qerqol-Kalekol a 28’ê Hezîrana 2013’an li gundê Hêzan a girêdayî navçeya Lîce ya Amedê de ji aliyê leşkeran ve hatibû qetilkirin, li ser gora xwe hate bibîranîn.

Malbat, xizmim û MEBYA-DER û HDP’î tevlî merasîma bîranîna li Goristana Yenîkoy a Rezanê bûn. Malbata Yildirim û yên pêre ku çûn ser goristanê dîtin ku gor hatiye texrîbkirin. Gul û darên hinarê yên li ser goristanê hatibûn şikandin û ax jî hatibû tevlîhevkirin.

Wêneyê Yildirim danîn ser gorê û dia hatin kirin. Piştre jî dayika Yildirim Gunduz Yildiriim nerazîbûn nîşanî kiryarên li ser gorê hatî kirin da û got: “Ev a hatî kirin zilm e. Ev 7 sal in ji bo yên zarokên min qetil kirine bên darezandin li ber xwe didim. Dadgeh kujeran diparêze. Îro jî ez hatim ser gora kurê xwe min dît gor texrîb kirine. Ev bêwijdaniyek çawa ye, ev çi exlaq e? Ma gelo dayik, bav û hevjînê we tine? We çi ji gora kurê min xwestin bê wijdanîno?”

Dayik Yildirim anî ziman ku êşa wê hê nû ye û wiha domand: “Ev 7 sal in vê êşê dikişînim. Nêzîkatiya dadgehê êşa min kûrtir kir. Em daxwaza darezanin û cezakirina kujeran dixwazin. Bi sedan ciwanên Kurt hatin qetilkirin. Ev li ber edaletê hatin berdan. Ev çiye? Êdî bes e. Em Kurd in, dayika me Kurd e, bi kuştinê hûn nikarin me tine bikin. Em tine nabin.”

Piştre jî Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan jî destnîşan kir ku 7 sal in edalet nehatiye cih, banga edaletê kir. Piştî axaftina Ceylan qurnefîl danîn ser gorê.