Girtiyên PAJK'î û PKK'yî: Di rêya rêbertî de em ê jiyanê bibînin

Girtiyên  PAJK'î û PKK'yî,''Em girtiyên PAJK'î û PKK'yî careke dî roja bûyinê ya 71'an a Rêbertiya me li gelan, li hevrêyan pîroz dikin, em dibêjin bi hewldana lêhûrbûnê û vînê û bi bîreweriya em ê li ser rêya  Rêbertî jiyanê bibînin.''

Li ser navê girtiyên PAJK'î û PKK'yî Denîz Kaya ji bo roja bûyinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da. Daxuyaniya girtiyan wiha ye:

''Em roja bûyinê ya 71'an a Rêbertiya me ku pêşengê berxwedana rêxistinî, ramanî û vînî yê gelên herî qedîm ên vê cografyayê ku dihate xwestin bêdîrok û bêdahatu were hiştin pîroz bikin.

Desthilata kapîtalîst ku ji bo civakan 'pîrozî' afirandî, bi van bi eciqandina bîreweriya civakî û lêgerînên heqîqetê hewl dayî xwe bide jiyîn û mezinkirin, ji hêla 'Levîathan'ê ku wê xwedî kirî ve bêgav maye ku ji fîlmê xwe re dawiyekê binivisîne. Helbet ev dawî bi qasî ku mirov bi hêviya ucdanê cinawirê antî civakê ve neyê hiştin girîng e. Ji ber ku krîza kapîtal ku du bi rengekî beloqtir derbasî hezar sala nû bûyî, her ku diçe rewşên nû derxistiye holê û berpirsyariya ku van encaman rast analîz bike hê jî bi rengekî rast nedaye ser xwe. Helbet jiberxwevebûnî guhartoyeke felsefîk û zanistî ye. Lê bi serê xwe bi encamên rast re bi têkiliyeke antagonîst e.  Bi kurtasî jixweveberî ne alîgirê tarîtiyê ye, her wiha ne alîgirê ronkahiyê ye. Ji hêla sosyolojîk ve rewşeke notr e. Bi qutebirî bêwesfiya beloqbûyî, berbiçavbûyî ya hegemonyaya navendî weke encameke ji vê pêvajoya kaotîk derketiye holê.

Li bara vê rastiyê heta ku mirov bi berpirsyarî ranabe, alternatîfê daneyne holê her kelî derbê li serkeftina heqîqetê dide. Di dîroka civakan de heke zîvironekê pir girîng çêbûbin, ku çêbûne, ev yek ji zîvironeka herî girîng e. Belkî jî ya herî girîng e. Rihê rêxistinbûyinê, mezinkirina rêxistinê di vir de ye. Bi zanîna ku rêxistin, rêxistinîbûn ne diyareyeke basît e û rêya vê ya sereke jî ji bo pirsgirêkên ketine ser hev ên civakê, afirandina çareseriyên felsefîk, sosyolojîk û zanistî ye û bi civakê re ji vê gergerînkê mirov dikare xilas bibe.

Divê were fêhmkirin ne desthilata xwecih û ne jî navendî ti desthilat nabe çareserî û wê nebe û divê ev bi xweşikî were fêhmkirin. Bi redkirina hişmendiya Jakoben ji bo civakê û li gel civakê heke were pratîzekirin, mirov dikare bersiveke rast bide pêvajoya berdest a kaotîk. Di serdemeke wiha de ku deretiye holê ne bloka DYE û ne jî ya Rojavayê cîhanê ne jî Rûsya û bloka Ewrasyayê ne çareserî ye, wê nebe çareserî jî, hem divê mirov xwedî pratîkeke rast û her wiha mirov biçe ser encamjêderxistina rast rehet e û ew çend girîng e.

Ev pêvajoya kaotîk ku bi reseniya Kurdistanê şertên nû derxistiye holê, peywir û berpirsyariyên nû jî derxistiye holê û bi girîngiyeke dîrokî ye ku ev rast werin fêhmkirin û bersivandin. Serkeftina şoreşa jinan a li Rojava wê rastiyê vedibêje ku di pêvajoyên kaotîk de mirov dikare bibe xwedî teorî û pratîka rast. Ev rewş ji bo hemû Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê bi serfiraziya heqîqeta cîhanê biencam bûye li gel rastiya dewletên mêtinger jî rastiya berxwedaniya mezin a li Rojava, daniye holê bê ka giyanê rêxistinîbûyinê çiye.  Bûyina mirovî ku temenê xwe di ber têkoşîna heqîqetê de dayî, bi sirûşteke azad, bi civaka azad û demokratîk, exlaqî-polîtîk re jiyaneke watedar wê bikaribe were jiyîn û bi navendiya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê ji jina şikestî ber bi lêgerîna azadiyê ya jina Kurd, ji civaka şikestî ber bi serfiraziya rêça berxwedanê ya afirandina civaka azad ve qulibiye.

HEQÎQETA RÊBERTÎ HÊ BÊHTIR MEZIN KIRIYE

Heqîqeta xweçalakkirina hêviyê bixwe ye. Rêbertî êdî vîna qeyîm a rêxistinî û xwe veguherandina ser hêza çalakiyê ya başî, xweşikî û rastiyû ya afirandina serfiraziyê ye. Rêbertî ku ji xwe derketî û bûyî gel, rewşa heqîqetbûnê afirandî her wiha li bara pergala modernîteya kapîtalîst têkçû ji vebijêrkbûnê derxistiye. Hişmendiya qirkeriya faşîst a AKP-MHP'ê ku ev rastî nedîtî ji bo berxwedana ku diqulibe ser serfiraziyê serkut bike, tine bike, pergala tecrîdê ya Imraliyê ya 21 sal in didome zêdetir giran dike û polîtîkaya tecrîdê ya ku li ser hemû civakê berbelav kirî îro Covîd-19'ê dike hincet, ji bo ku desthilata xwe û pergala xwe ya berjewendiyê mîsoger bike, li dijî rêgeza wekheviya hiqûqê ku ji hêla standartên mafê mirovan ê gerdûnî ve hatiye qebûlkirin bi yasaya înfazê hewl dide ku zemînê ji komkujiyên nû re ava bike.

Ji esareta fizîkî ya Rêbertiya me hêviyê dike, jê weye ku bi tecrîda girankrî wê bikaribe pêşî li destkeftiyan bigire. Çawa ku ya ku bi komploya navnetewî hatî armanckirin bi xeleke ji êgir a li dora Rêbertî hatibe pûçkirin, bi darbeya li ser hêzên desthilatdar ku tecrîda girankirî dimeşîne tê berterafkirin. Encama tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî dawiya desthilata AKP-MHP'ê mîsoger kiriye û heqîqeta Rêbertî mezintir kiriye.

Em girtiyên PAJK'î û PKK'yî careke dî roja bûyinê ya 71'an a Rêbertiya me li gelan, li hevrêyan pîroz dikin, em dibêjin bi hewldana lêhûrbûnê û vînê û bi bîreweriya em ê li ser rêya  Rêbertî jiyanê bibînin.''