Girtiyên li Xarpêtê tecrîdkirî ne

Heyetek ji ÎHD'ê li Girtîgeha Xarpêtê lêkolîn kir û raporek amade kir. Di raporê de hate ragihandin ku 3 sal in bi rêk û pêk li girtîgehê mafên mirovan tên binpêkirin.

Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ser serlêdana girtiyan û xizmên wan li Girtîgehên Hejmara 1 û 2 ên Xarpêtê û Girtîgeha Jinan a Xarpêtê di 17'ê Çileyê de lêkolîn kir û raporek li ser mijarê amade kir. Rapor li avahiya komeleyê bi civîneke çapemeniyê hate eşkerekirin. Serokê ÎHD'ê yê Amedê Abdullah Zeytûn diyar kir ku li Girtîgehên Xarpêrtê 3 sal in bi rêk û pêk mafên mirovan tên binpêkirin.

Endama Desteya Rêveberiya ÎHD'ê ya Amedê parêzer Gûrbet Yavûz bal kişand ser nameya girtiyan û ji bo binpêkirina mafên mirovan ev agahî parve kir: "Daxwazên ji bo tedawîkirinê demeke dirêj bêbersiv tên hiştin, dema vediguhêzin girtîgehê bi rengekî xerab nêzî wan dibin, tedawiya bi rengê kelepçekirî li wan tê ferzkirin, timî lêgerîn li wan tê kirin, di dema lêgerînê de li wan dixin, cezayên dîsîplînê bi kêfî tên birîn, eşyayên girtiyan tên desteserkirin, destûr ji çalakiyên çandî, hunerî û sporê de nayê dayin, qenaleke bi tenê ya radyoyê li wan tê ferzkirin, pirtûk li girtiyan tên bisînorkirin, kovar û rojname nayên dayîn, mafê sohbetê û hembêzkirina hev a di dema serdana malbatan de tên binpêkirin, buhayê eşyayên li kantînê gelekî zêde ne û li hucreya yek kesî tên hiştin."

Di raporê de gotinên girtiyan hatin bibîrxistin û hate destnîşankirin ku li girtîgehê rîska jiyanî heye.