Girtiyên li Patnosê derneketin hevdîtinê

Girtiyên li Tîpa L a Girtîgeha Patnosê, ji bo protestokirina binpêkirinên mafan ên tên kirin, derneketin hevdîtinê.

Malbatên çûn hevdîtina zarokên xwe yên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê ya Agiriyê bi zarokên xwe re hevdîtin pêk neanîn.

Malbatan ragihand ku girtiyan bi boneya ji avê bêhn tê, ava germ nadin wan, xwarin nayê xwarin, sewqa nexweşxaneyan nadin wan, kargoyên wan redest nakin û gelek pirsgirêkên girtîgehê şermezar bikin derneketin hevdîtinê.

Malbatan nerazîbûn nîşanî pêkanînên girtîgehê dan û xwestin binpêkirina mafan bi lezgîn bi dawî bibe.

Malbatan anî ziman ku gelek jenderme sewqî saziya Înfaz a Cezayê kirine, dan nîşandan ku tevî bi saetan li ber deriyê girtîgehê mene jî tu reveberekî bi wan re hevdîtin pêk neaneiye.

Malbatên ku li ber girtîgehên dirawestan, hêzên ewlekariyê gef li wan kirine.