Girtiyên ji doza PJAK û PKK'ê yên li Îranê ketin greva birçîbûnê

Di 20'emîn salvegera komploya 15ê Sibatê de, girtiyên siyasî yên Kurd li zîndanên Îranê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Komelek ji girtiyên siyasî ku li ser doza PJAK û PKK li bajarên Ûrmiye, Xoy, Tebrîz û Kaşmer hatine zîndanîkirin, bi mebesta şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ahte kirin, ji bo rojekê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li gor agahiyên gihiştin ANF'ê, 17 girtiyên ji doza PJAK û PKK li zîndanên Ûrmiye, Xoy, Tebrîz û Kaşmer ji bo ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar bikin ji bo rojekê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Zeyneb Celaliyan û Elî Ehmed Silêman li zîndanên Xoy û Ûrmiyê di nava wan girtiyên PJAK û PKK'ê de ne ku îro dest bi greva birçîbûnê kirine.

Hêjayî gotinê ye ku ji sala 2000'î ve gelê Kurd û şervanên azadiyê li her çar aliyên welat her sal di 15'ê Sibatê bi awayekî sembolîk rojiyê digirin.