Girtiyên HDP’yî ji derveyî tedbîrên ji bo vîrûsa Koronayê tên girtin

Hukûmeta Tirkiyê da xuyakirin ku veguhestinên di navbera girtîgehan de rawestandine lê girtiyên HDP’yî ji Mêrdînê sûrgûnê Rihayê kirin.

Hevseroka bajarê Mêrdîn ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Perîhan Agaoglu û Hevserokê berê yê Mêrdînê yê HDP’ê Mûsa Alkan ku di operasyonên qirkirina siyasî ya 29’ê Sibatê li Mêrdînê de hatibûn destgîrkirin û di 6’ê Adarê de jî hatibûn girtin, duh di saetên êvarê de ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê sûrgûnê Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Rihayê hatin kirin. Tevî ku Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamît Gul di 13’ê Adarê de ji bo tedbîrên li hemberî vîrûsa Koronayê ya li girtîgehan daxuyanî dabû ku “Veguhestinên di navbera saziyên înfaz û cezayê heta 2 hefteyan hatiye rawestandin” jî weguhestinên ku çêdibin bal dikêşin.

PARÊZER KÛZÛ: MAFÊN WAN ÊN JİYANÊ TUNE HAT HESİBANDİN

Parêzerê her du girtiyan Erdal Kûzû bi wan gotinan bertek nîşanî wê nêzîkatiyê da: “Ma qey vîrûsa Koronayê HDP’iyan nagire ber? Veguhestina muvekîlên min ya di vê pêvajoyê de tê wateya ku mafên wan yê jiyan û tendirûstiyê tune hatiye hesibandin.”