Girtiyekî din li Zindana Sine hate kuştin

Rejîma Îranê, çalakgerên ku di xwepêşandanên gel de girtiye dikuje. Li Girtîgeha Sİneyê girtiyê bi navê Hisên Qadirî hate kuştin.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, girtiyê Kurd ê bi navê Hisên Qadirî yê li Zindana Sineyê dihate girtin, ji aliyê hêzên Îtlaatê ve bi êşkenceyê hate kuştin.

Di nûçeyê de hat ragihandin, li Zindana Sineyê 8 kesên din bi êşkenceyê hatine kuştin, lê hê nikarin agahiyên nasnameyên wan eşkere bikin.

Çend roj berê li Zindana Evîn a Tehranê Sîna Qenberî (23) û 2 çalakgerên din hatibûn kuştin. Li Zindana Erakê Mihemed Haydarî (22) û li Zindana Dezfûl a Ehwazê Mohsem Edelî (26), li Zindana Sinê Saro Qehremanî, Kiyanûş Zendî (24), li Zindana Çalûsê Alî Pûladî (26) û li Zindana Zencanê jî Mihemed Nesîrî bi hinceta ku tevlî çalakiyan bûne hatibûn kuştin.

Hejmara mirovên bi hinceta tevlî çalakiyan bûn di binê çavan de bi êşkenceya rejîma Îranê hatin kuştin bû 10 kes.