Girtiyê siyasî yê Kurd Hasan Eskîcîoglû rehmet kir
Girtiyê siyasî yê Kurd Hasan Eskîcîolgû ji ber krîza dil rehmet kir.
Girtiyê siyasî yê Kurd Hasan Eskîcîolgû ji ber krîza dil rehmet kir.
Hasan Eskîcîoglû (49) ku demekê Serokê HADEP'a Nisêbînê bû, 7 meh berê bi îdÎaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin. Eskîcîoglû, li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji ber krîza dil rehmet kir. Her wiha Eskîcîoglû di hilbijartina 31'ê Adarê de berendamê HDP'ê yê Şaredariya Nisêbînê bû jî.
Cenazeyê Eskîcîoglû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê
Hat hînbûn ku wê cenazeyê Eskîcîoglû sibê li Nisêbînê bê veşartin.