Girtiyê nexweş ne sewq dikin, ne jî dermên didê!

Girtiyê nexweş Ridvan Yûsûfoglû bêderman hatiye hiştin. Her wiha daxwaza wî ya ji bo sewqkirinê jî bêbersiv tê hiştin.

Girtiyê nexweş Ridvan Yûsûfoglû, bi îdeaya "Perçekirina Yekîtî û Tevahiya dewletê" di 16 saliya xwe de hatibû girtin û dadgehê cezayê muebetê lê birîbû.

Yûsûfoglû, 29 salin girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa L a Patnos a Agiriyê girtî ye. Yûsûfoglû, 17 sal berê bi nexweşiya Ulseratif Kolit ket. Dîsa nexweşiyên Varîs, fitiqa pîştê, mîde û gelek nexweyşiyên din pê re hene. Rayedarên girtîgehê derman nadin Yûsûfoglû û daxwazên wî yên sewqa Wan û Amedê jî bê bersîv dihêlin. Rayedarên girtîgehê dermanê Salofalk ku îltîhalê radiwestîne, bi hinceta li hin bajaran tenê heye nadin wî. Dîsa daxwaza Yûsûfoglû ya wî sewqî bajarê Wan û Amedê bikin bê bersîv tê hiştin. Dermankirina Yûsûfoglû bi hinceta beşa Gastroenterolojî  li Agiriyê tune wî derman nakin. Yûsûfoglû, bi rêya parêzerên xwe agahî dan û xwest wî sewqî girtîgehên Amed ango Wanê bikin.

Yûsûfoglû, bi rêya parêzeran destnîşan kir ku bi hinceta pandemî heye demek dirêj e nikare biçe revîrê jî û wiha got: "Her ku diçim revîrê jî 14 rojan min dixin karantînayê û min îzole dikin. Nexweşiya min kronîk û talûke ye. Ji ber vê yekê divê demek berî demekê ez bêm dermankirin. Lê ev derfet li Patnosê tune ye."