Girtî Kargili: Her roja diçe binpêkirinên li girtîgehan zêdetir dibin

Girtiyê bi navê Şemsettîn Kargili yê li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî, anî ziman ku binpêkirinên li ser girtiyan zêde bûne, ji bo 8 kesan du kefçî xwarin tê dayîn.

Girtiyê bi navê Şemsettîn Kargili yê li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê tê ragirtin û 27 sal e girtî, 22’yê Cotmehê bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û anî ziman ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêdetir bûne. Kargili diyar kir ku rewşa wî ya tenduristiyê ne baş e, ji ber ku neçûne nexwexaneyê nehatine dermankirin.

Kargili destnîşan kir ku berî niha çûye doxtor lê doxtor bi wî re eleqedar nebûne, heyeta ku têkildarî wê ka bikare li girtîgehê bimîne yan jî na, bê ku wî bibîne rapora ku dikare li girtîgehê bimîne amade kiriye. Kargili got: “Em nikarin biçin nexweşxaneyê, dema diçin nexwexaneyê di vegerê de cezayê hucreya yek kesî ya 15 rojan li me tê birîn. , derman dixwazin dermanên şaş ji bo me dişînin. Her ku diçe mercên jiyînê xirabtir dibin. Halê hazir niha di nava tecrîd û di nava mercên ne kêmî 12’ê Îlonê de ne. Êrîşên fîzîkî tine, lê êrîşên derûnî pir zêde bûne.”

Kargili bal kişand ku xwarina tê belavkirin, ji girtîgehên din tîne û got: “Xwarina du kesan didin 8 kesî. Kêmbûna xwarinê ne pirsgirêke, lê xwarin pir xirab in. Berî niha bi xwarina dan me, dixwestin em jehrî bibin, xwarinên tên servekirî ne. Girtîgeha ku xwarin lê tê belavkirin mehkûmên edlî ne, girtiyek nexweş li ser bikuxe, em ê tev nexweş bibin.”

Kargili diyar kir ku li qadekî 4 metre 8 kes lê dimînin, her ku diçe rewşa girtîgehan xirab dibe.

Rêveberên Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê ku me xwe bi rêya telefonê gihandê, binpêkirinên heyî red kir.