Giliyê polîsê ku bi wesayita zirxî li zarok qelibî, hate kirin

Giliyê polîsekî Tirk hate kirin ku li Geverê bi wesayita zirxî li zarokekî 12 salî qelibî bû û ew birîndar kiribû.

Polîsê Tirk li navçeya Geverê ya Colemêrgê 1'ê Nîsanê bi wesayita zirxî li Nîhat Şerzan Akdogan ê 12 salî xistibû û ew birîndar kiribû.

Tedawiya Akdogan li malê dewam dike. Malbata Akdogan giliyê polîsê ku wesayita zirxî diajot, kir. Bavê Akdogan Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Geverê Abdulkerîm Akdogan tevî endamê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Yûsûf Çobanoglû li Serdozgeriya Komarê ya Geverê gilî kir.