Geverî bang li gelê Serhedê kir ku tevlî NobedaWijdan û Dadmendiyê bibe

Wekîlê Wanê yê HDP’ê Geverî bang li tevahiya gelê Serhedê kir ku tevlî Nobeta Wijdan û Dadmendiyê bibe ku roja Sêşemê wê li Wanê pêk were.

Nobeta Wijdan û Çalakiyê xelaka sêyê wê roja Sêşemê li Wanê pêk were. Rêveberên HDP’ê yên Wanê bang li hemû rêxistinên saziyên sivîl û gel kir ku tevlî çalakiya nobetê bibin.

Wekîlê HDP’ê Adem Geverî jî bang li gelê Serhedê kir ku tevlî çalakiya nobetê bibe.

 ‘EM GELÊ SERHEDÊ EM Ê BERPIRSYARIYA XWE BI CIH BÎNIN’

Geverî got: ‘’Bi nobeda 8-14’ê Tebaxê ku gelê me jî wê amade bibe em gelê Serhedê em ê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Ev ne tenê xebata partiyê ye. Ji 15’ê Tîrmehê û vir ve bi qanûnên dij demokratîk, bi guherîna rêziknameya meclîsê li Tirkiyê cihêtiya hêzan rabûye û Tirkiye ji hêla kesekî ve tê birêvebirin.’’

 ‘KURDISTAN KIRIN DOJEH’

‘’Her wiha rêveberiya rewşa awarte heye. Bi BHQ’an Kurdistan kirine dojeh. Li hêlekê operasyonên siyasî û li hêla dî jî qirkirinên curbecur hene. Tekana rêya ku mirov li dijî vê zilma li ser gelê me raweste zindîhiştina demokrasiyê ye. Ji bo vê jî em HDP ne tenê ji bo partiya xwe ji bo hemû gelan em vê çalakiyê dikin. Ji bo vê em bang hemû gelê Wanê û Serhedê dikin ku tevlî vê çalakiyê bibin.’’