Gerîlla Tv dîmenê çalakiyê belav kir

Gerîlla Tv dîmenê çalakiya gerîlayên YJA Starê ya li Heftanînê belav kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê ev daxuyanî dabû:

“Di 21’ê Cotmehê saet di 14.00’an de hêzên me yên YJA Starê li qada Şehîd Şêxmûs a Heftanînê li dijî leşkerên dagirker çalakiyeke sûîkastê li dar xistibû. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hatibû kuştin.”