Gerîlayên YRK’ê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz kir

Gerîlayên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li çiyayên azad Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Gerîlayan piştî deqeyek rêzgirtinê dest bi pîrozbahiyê kir.

 Li ser navê gerîlayan  Fermandariya Yekîneyê Rojhilatê Kurdistan Şiyar Şevger li ser Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî.

Şevger di serî de dayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di serî de em li Ocalan, gelê Kurd, şehîdên şoreşê û li hemû hevalan pîroz kir û got: “Rojbûna Rêber Apo ji bo gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn ji nû ve ji dayikbûne, bi taybet ji bo gelê Kurd li beramberî zilm, dagirkeriyê xwe naskirin û di heman demê de jî beramberî dagirkeriyê tekoşîn kirin û careke din vegera ser kok û welatê xwe ye.

Dijminê dagirker bi salan li ser Kurdistanê zilm, zor, kuştinê ku dimeşand bi dayikbûnê Rêber Apo re careke din ji nû ve jiyanek hate afirandin erka ku dikeve ser milê me jî, ji bo jiyaneke azad tekoşîn kirine.

Niha dagirkerî ji bo fikir û felsefeya Rêber Apo bê bandor bike û gelê Kurd li ser çanda xwe jiyan neke, bi hemu hêz û teknîka xwe ya herî pêşketî li ser fikir û ramanên Rêber Apo êrîş dikin. Ji bo wê yekê erka ku dikeve ser milê me, ji bo azadiya Rêber Apo tekoşînekî herî mezin dayina meşandine.”

Şiyar anî ziman ku di 4’ê Nîsanê de PJAK jî hatiye avakirin û wiha domand: “Di roja dayibûna Rêber Apo de, bi pêşengatiya fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo Rojhilatê Kurdistanê PJAK hate damezirandin. Partiya Jiyana Azad dikeve sala xwe ya 17’emîn, bi pêşengatiya fikir û felsefeya Rêber Apo di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de em dixwazin bigihêjin gelê Fars, Ereb, Belûc, Azerî.

Li Rojhilatê Kurdistanê ji bo ku fikir û felsefeya Rêber Apo were naskirin û xwedî li koka xwe derketin çêbibe bi qehremanî me bi dehan şehîd dan, bi taybet fermandarê mezin weke şehîd Simko, Şehîd Kawenda, Şehîd Leşker, Şehîd Cûdî îro bûne sembola vê şoreş û fikrê. Niha tişta ku dikeve ser milê me xwedî li mîrasên şehîdên xwe derketine.

Wekî Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi fikir û felsefeya Rêber Apo em ê xwe bighînin hemû qadê civaka Rojhilatê Kurdistan û Îranê, ji bo ku ew gel azad bijî, erkeke li ser milê me ye.”

Gerîlayan bi çandina dar û bi dirûşmên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ pîrozbahiya xwe bi dawî kirin.