Gerîlayên YRK'ê Newroz li çiyayên Kurdistanê pîroz kirin

YRK: Em jî soza xwe nû dikin ku em ê xwedî li şehîdên xwe, li gelê xwe û li têkoşîna 50 salî ya Rêber Apo derkevin û bi serkeftî azadiya Rêber Apo misoger bikin.

Komek ji gerîlayên Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Newroz li çiyayên Kurdistanê pîroz kir. Beriya ku gerîla dest bi pîrozbahiyê bikin, endamê Fermandariya YRK’ê Şiyar Şevger derbarê girîngiya wê rojê peyam da.

Fermandar Şiyar Şevger got, "50 saliya tevgera Apoyî di serî de em li Rêber Apo pîroz dikin, li şehîdên şoreşê yên ku li her çar parçên Kurdistanê de canê xwe feda kirine, dayikên şehîdên me gelê me yê welatparêz û hemî gelê aştîxwaz û hevalan pîroz dikin. Newroza Merîwan, Kirmaşan, Sine, Saqiz, Dîwandere, Bane, Serdeşt, Pîranşar, Bokan, Nexede, Îlam, Loristan, Mahabad, Kamyaran, Pawe, Ûrmiye, Mako, Xoy, Kotol, Xorasan, Hewraman, Lor-Baxtiyarî, gelê me yê Yarsanî, Leylax, Qûrve, Tîkap, Miyanduaw pîroz dikin. Her çi qas dijminê gelan, dagirkeriya Îranê, Newroza azadiyê qedexe kiribe jî gelên azadîxwaz ên Îranê bi coşeke mezin Newroza 2722’an pêşwazî dike. Bi sekna xwe ya berxwedêr agirê Newrozê pê xist. Newroza îsal kirin, Newroza azadiya Rêber Apo. Meşaleya Newrozê Kawayê Hemdem Mezlûman girtin, di şexsê şehîd Simko Serhildan, Kawenda Agirî, Berçem Firat, Axîn Mako, Rênas Roj, Rêbaz Tîleko, Armanc Kurdo, Hewram Awyer, Brûsk Baz, Dilvîn Dalaho, Rêvan Zagrosan, belavî her aliyê welat kirin. Em sekna pîroz a gelê xwe pîroz dikin, wek gerîlayên azadiyê yên Rojhilatê Kurdistanê soza serkeftinê ya sala 2722’an didin.

Dewletên dagirker bi salan e li ser welatê me dagirkeriyê dimeşîne ji Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê li her derê ji bo ku gelê Kurd qir bikin û di heman demê de ji bo ku çanda wê ji holê rakin bi hemî hêz û şerê xwe yê taybet li ser gelê Kurd her êrîşên xwe didomînin. Lê belê gelê Kurd beramberî van dagirkeran serê xwe xwar nekiriye, her tim di nava berxwedanê de bûye, ji bo hemî cîhan jî bizane civakeke 50 milyon li ser axa Mezopotamya jiyan dike, kes nikare tune bike. Gelê me di dîrokê de jî dagirkerî qebûl nekir di asta herî jor de berxwedanî hilbijart, di dîrokê de berdêlên gelek mezin jî çêbûn di çar parçên Kurdistanê de gelê me di nava qetlîaman de derbas bûn, lê Rêber Apo di encama hemî têkoşîn û berxwedaniyên ku hatine avakirin de destpêkirinek nû û ji bo civakeke azad tevgereke nû ava kir. Di encama têkoşîna di dîrokê de derxist holê ji bo ku gelê Kurd jî bikaribe xwe bike xwedî hêz bi Rêber Apo re têkoşîneke nû hate destpêkirin. Ev 50 sal in têkoşîna Rêber Apo dewam dike di encama têkoşîna Rêber Apo û şehîdên qehreman di Kurdistanê de têkoşîn di asta herî jor de ye. Dijminê dagirker bi çi şêwazî jî êrîşan bimeşîne jî di encamê de wê têkoşîn û azadiya gelê Kurd bi ser bikeve.

Bi têkoşîna Rêber Apo re di pêşengtiya zindana Amedê, rêhevalên me Mazlûm Dohan û Rehşen agirê Newrozê bilind kirin îro di giştî cihan û bi taybetî jî Kurdistan bilindtir bûye, bi wê re berxwedaniyek di asta herî jor de dewam dike. Niha li her derê belav bûye, bûye hêvî û baweriyek. Bi vê re civakeke nû hate ava kirin û gelê Kurd ji bo jiyaneke azad bedena xwe dane ber agir. Ji bo wê rêhevalê me Mazlûm Dogan di dîroka Tevgera Apoyî de ji gelê Kurd re di zindana Amedê de berxwedanî meşand, çawa di dîrokê de Dehaqan xwestin agirê Newrozê vemirînin Kawayê Hesinkar ji nû ve zindî bû neha jî bi têkoşîna Rêber Apo re ava bû bi pêşengtiya Mazlûm Dogan berdewam kir heta roja me hatiye. Agir her ku diçe geştir dibe, di hemî parçeyên Kurdistanê de geş dibe şehîdên me Rêberê jiyanekî nû ji me re ava dikin em jî bi wê jiyanê serbilind in, em ê têkoşîna wan bigihînin serkeftinê.

Dijminê dagirker di sala 2021’an de bi hemî teknîka xwe di çar parçên Kurdistanê de bi ser tevgera Apoyî de hatin. Di wan êrîşan de encamên ku derketin dagirkerên welatê me têk çûn, dijmin çiqasî xwedî teknîka herî pêşketî be di heman demê de gerîla jî xwedî bawerî, îrade ye. Rêber Apo dibêje; yê ku teknîkê çêdike însan e, yê ku wê pûç dike jî însan e. Bi wê re girêdayî bawerî û îradeya însan girîng e ev jî bi gerîla, bi zarokên gelê Kurd re hene û di sala 2021’an de êrişên dijmin hate pûçkirin.

Di Rojhilatê Kurdistanê de, ji serdemê tevgerên Kurd yên ku derketin bi pêşengtiya Qazî Mihemed, Kak Fûad, Doktor Şerefkendî û Qasimlo re ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê têkoşîneke pir mezin dane meşandin û berdelên mezin dan. Di encamê wê de şehîdên di Rojhilatê Kurdistanê de çêbûn ji bo hêviyên gelê me ji bo azadiyê xurtir bû. Em jî wek Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê YRK bi şehîdên di pêşengatiya tevgera Apoyî di Rojhilatê Kurdistanê de me daye wek Şehîd Ferzad, Şîrîn, Simko fermandarê me yê efsanewî ku di sala 2011’an de di şerê Qendîlê de şehîd ket, şehîd Hewram Awyer li Bakûrê Kurdistanê di eyaleta Mardîn de şehîd bû, Şehîd Rênas li Rojavayê Kurdistanê de şehîd bû bi sedan di riya wan de di Rojhilat, Rojava, Bakûr û Başûr de şehîd bûn. Em ê her tim di riya wan de dewam bikin di Rojhilatê Kurdistanê de hêz û baweriya wan bighînin asta herî jor de di heman demê de hêvî û baweriya wan bi civaka me ya Kurd û bi giştî gelê Îranê bi naskirin bidin û azadiyê ava bikin bighînin serkeftinê. Dijminê me pêwîst e bizane, dagirkerê me yê Îranê jî pêwîst e bizane em tevgera Apoyî ne, bi fikir û îdeolojiya Rêber Apo em xwe perwerde dikin, mezin dikin bi wê re em têkoşîna xwe bilind dikin. Em hêzeke parastinê ne û gelê xwe diparêzin li gorî wê em xwe amade dikin, dijminê dagirker bi tirs û xofa xwe dixwaze çavê gelê Kurd bitirsîne ji ber wê pêwîst e dagirker baş nas bikin gel can daye, her malek şehîdekî xwe heye di Rojhilatê Kurdistanê de nikare pêşiya wê têkoşînê bigre, nikare pêşiya berxwedana gelê Kurd bigire. Gelê me jî pêwîst e êdî netirse dijmin çi bike bila bike azadî berdêlên xwe hene, jiyana bi rûmet ji me re dimîne ji ber wê pêwîst e ji tu tiştî netirsin, êdî tişta em jê bitirsin nîne canekî me heye wê jî ji bo welatê xwe gel û civaka xwe didin.

Çawa gelê Rojhilatê Kurdistanê, di sala 1999’an de xwedî li Rêber Apo derket, pêwîst e 50 saliya xebata Rêber Apo û Newrozê bi girseyî û germahî pîroz bikin. Li ser wî esasî em jî soza xwe nû dikin ku em ê xwedî li şehîdên xwe, li gelê xwe û xwedî li têkoşîna 50 salî ya Rêber Apo derkevin û bi serkeftî azadiya Rêber Apo misoger bikin.”

Piştî ku endamê fermandariya YRK Şiyar Şevger axaftina xwe bi dawî kir bi sloganên ‘Bê Serok jiyan nabe’ agirê newrozê hate bilind kirin.

Gerîla li derdora xeleka agir bi stran û govend, bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin.