Gerîlayên YRK'ê berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin -ÇAVDÊRÎ

Gerîlayên YRK'ê berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê silav kirin û destnîşan kirin, ji bo bibin bersiv ji pêvajoyê re wê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin.

Em dibin mêvanê gerîlayên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK). Di  demsala zivistanê de piştî perwerdeyeke têr û tijî gerîlayên ku ji bo perwerdeya leşkerî derdikevin derve, ji me re qala bîranînên xwe kirin.

Yekîneyên gerîla ku bi îdîa û kelecan perwerdeya xwe dibînin, diyar dikin ku ew ji biharê re amade ne. Me jî xwest hestên wan ên derbarê pêvajoyê de bigirin.

Gerîlayê bi navê Nûman derbarê perwerdeyê de fikrê xwe wisa tîne ser ziman "Piştî perwerdeya îdeolojîk a 3 mehan niha em ji bo perwerdeya leşkerî derketin derve. Perwerdeyên îdeolojîk pir bi hêz derbas bûn, parêznameyên serokatî, dahûrandinên wî di wê çarçoveyê de me ji nû ve kesayeta xwe nirxand  û derfeta xwe lêpirsînê çêbû. Ji bo kesayeta şoreşgerî rûnê, me her tim xwe di nav lêpirsînan de derbas kir. Me her tim pirtûk xwendin, ji bo nêvenga me pêş bikeve, ji bo destekeke herî mezin bidin hevdû me bi hevdû rexne kir. Dîroka xwe nirxand,  em dikarin çawa ji dîrokê ders derbixin, nîqaş kirin.  Perwerde bi hêz û heyacan derbas bû."

Gerîlayê bi navê Bahoz der barê perwerdeya zivistanê vê tîne ser ziman, " Ev gaveke pir  mezin bû ku em xwe di felsefeya Serokatî de kûrtir bikin."

Gerîlayeke din jî derbarê pêvajoyê de fikrê xwe wisa tîne  ser ziman: "Hem perwerdeyên îdeolojîk hem jî perwerdeyên leşkerî ji bo me dibe  bingeheke ku em ji pêvajoyê re  xwe baş amade bikin.  Îro li ser Serokatiya me tecrîdeke pir giran heye. Li hember  vê gelek çalakî jî têne kirin. Lewma her tim  em di nav hewldanê de ne. Ji bo tecrîda girankirî li ser Serokatî  rabe, em ê bi hemû hêza xwe şer  bikin. Hemû xebatên ku em ê bikin ji bo  bibin layiqê Serokatî û hevalên di  nav greva  birçîbûnê de ne. Ji bo  em bibin bersiva çalakî  û berxwedaniya wan, îdîaya me pir mezin e."